Çalakiya grevê li Mexmûrê di roja 20’an de didome

  • 14:40 6 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên di zindanan de hatî destpêkirin, bi koma 10’an di roja 20'an de berdewam dike. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 27’ê mijdarê de li dijî tecrîda girankirî ya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan dest pê kirî, bi koma 10’an di roja 20’an de berdewam dike.  
 
Çalakiya ku li Mexmûrê hatî destpêkirin her roj ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin. Koma 9’emîn ji bo moraldayînê seredana çalakvanan kir. 
Ji çalakvanan Mexbule Uren di derbarê armanca tevlîbûna xwe ya çalakiyê de axivî û got; "Çalakiya me ya birçîbûnê bi koma 10’emîn berdewam dike. Çalakiya me ji bo azadbûna Rêber Apo û piştgiriya girtiyên zindanan e. Demek dirêj e hevdîtin bi Serokê me re nayê kirin, agahî jê nayê girtin. Heya serkeftinê em ê berdewam bikin. Bila kurd bibin yek, li hevdu guhdar bikin û fam bikin. Heta ku em nebin yek em bi tenê bi ser nakevin. Bi taybet bang li jinên kurd dikim, kîjan jin li ku derê be bila rabe ser xwe û tiştê ji dest bê bike."