Meclisa Jinan a KESK'ê: Em ê bi têkoşînê bi ser kevin

  • 14:39 6 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Meclisa Jinan a KESK'ê ku li dijî tundiya li ser jinan daxuyanî da got, "Em mafên xwe dikarin li qadan bi dest bixin û bi têkoşîna ku em li hemû qadên jiyanê bidin em ê bi ser kevin."
 
Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê, li dijî zextên li ser jinên kedkarên cemaweriyê li Parka Xezal a li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarata “Wê jinên KESK’î serî netewînin” hat vekirin. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Berdevka Demê ya Meclisa Jinê ya KESK’ê ya Amedê Ezgî Çelîk ve hat xwendin. 
 
 
Ezgî, diyar kir ku desthilat bi hemû hêza xwe êrişî jinan dike û wiha got: “Zext, binçavkirin, ji kar derxistin û girtin li her dera Tirkiyeyê zêde bûne lê li herêmê derketine asta herî jor. Herî dawî jî hevala me ya Sekretera Habersenê bi awayekî kêfî ji kar derxistin. Di heman demê de ji bo mulakata devkî bangî jinên xebatkarên şaredariyan ku 11 sal in dixebitin kirine. Bi van pêkanînan hewl tê dayîn ku jinên têkoşîna xwe bilind kirine bên tirsandin.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Ezgî, destnîşan kir ku tundiya li hemberî jinan polîtîk e, tu carî natirsin, ji desthilatdariyê re serê daneynin û dê li mal, kar, kuçe, girtîgeh, dibistan û li hemû qadanên jiyanê têkoşîna xwe mezin bikin.