Polîsan nehişt Eren Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike

  • 12:51 6 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ragihand ku polîsan nehiştiye ew bi xwendekarên Bogazîçiyê ku tayînkirina rektor protesto kiribûn û hatibûn binçavkirin re hevdîtinê bike.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ragihand ku polîsan nehiştiya bi xwendekarên ji ber protestokirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku tayînî rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê kirin, hatibûn binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin re hevdîtinê bike.
 
Eren li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo bi xwendekerên di binçavan de ne hevdîtinê bike çûye Miduriyeta Polîsan a Stenbolê û wiha got: Polîsan ewil min girtin odeya hevdîtinê û ji min re gotin 'Li vir bisekine em ê xwendekaran bînin' piştî demekê şunde polîsan ji min re got 'Tu nikarî hevdîtinê pêk bînî. Ferman ji jor hatiye' Mafê min yê hevdîtinê hat astengkirin."