Jinên êzidî: Li dijî xwekuştinê divê em xwe bi rêxistin bikin

  • 12:13 6 Çile 2021
  • Rojane
Almas Nayîf - Viyan Nayîf
 
ŞENGAL - Jinên êzidî li dijî xwekuştina jinên ciwan nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Bandora fermanê hej li ser civakê heye û bi taybetî ji li ser jinên ciwan. Em bang li civaka êzidî dikin ku li dijî xwekuştina jinên ciwan bikevin nava hewldanan û rê li ber xwekuştinan bigirin."
 
Xwekuştina jinek ciwan a li Wargeha Dihokê bandorek mezin li ser civaka êzidî kir. Jinên êzidî bang li jinên ciwan kir û gotin divê jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin, perwerde bikin û xwe biparêz in. Heyat Bedel û Neam Omer, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û bang li tevahiya civaka êzidî kirin. 
 
Heyat Bedel derbarê bûyera xwekuştinê de wiha got: "Di sala 2020’an de gelek ciwanên êzidî dawî li jiyana xwe anîn. Divê em weke jin bikaribin pêşiya van xwe kuştinan bigirin. Ji ber dema keçên ji bêçaretiyê dawî li jiyan xwe tînin pêre jî malbatên wan êşên mezin dijîn. Piranî xwekuştin li başûrê Kurdistanê rû didin. Her wiha bi taybet êzidî yên di kampan de bi bûyerê wiha re rû bi rû dimînin. Sedem çi dibe bila bibe kuştin ne çareseriye. Dikarin bi malbatên xwe re jî hevalên xwe re parvebikin û rêyek guncav bibînin. Bê guman dewlet jî berpirsên wan bûyera ne. Ji ber ku dikarin qadên cûda cûda ji ciwanan re vekin. Ji ber ku nikarin debara xwe bikin serî li xwekuştinê didin. Ciwan jî divê xwe perwerde bikin. Divê malbat jî bêtir bi zarokên xwe re eleqedar bin." 
 
Neam Omer jî mijara xwekuştinê wiha şîrove kir: "Divê em van mijaran baş tehlîl bikin ji ber ku di bingehê wê de çewisandina jinê heye. Jin xwe bawer nake, bê îrade hatiye hiştin. Em hêvî dikin ku keçên me xwe bi rêxistin bikin, bi taybet mijarên wiha li qampên başûr pêk tên. Li cihê dûrî warên xwe bimînin bila werin Şengalê û li vir bi hevalên xwe re xwe perwerde bikin xwe birêxistin bikin. Ji bo axa xwe ked bidin. Ji xwe di fermanan de me gelek êşên mezin dît. Divê jinên ciwan êşan li êşên me zêde nekin û dawî li jiyana xwe neynîn. Divê jin xwe bi bawer bin û li beramberî tevahî piskirêkan têkoşîn didin. Divê em ji bo jinên ciwan bikevin nava hewldanan û nehelin ku ciwan rêya xwekuştinê hilbêjerin. Divê me xwe bighînin hemû ciwanên êzidî."