Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 41'emîn de ne

  • 09:07 6 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtîyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtîyên siyasî ve dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 41'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkîyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdawî û dorveger hatibû destpêkirin koma 9'an dewir girt û kete roja 41’emîn 
 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Hukumxwar û Girtayan a Marmarayê (MATUHAY-DER), Kongreya Civaka Demokratîk  (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tecrîda li Îmraliyê do li ber Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê daxuyaniya çapemeniyê da. Kesên daxuyanî dan bal kişandin ser grevên birçîbûnê.