Henan Osman: Seneryoya li dijî jinên Şengalê li Efrînê didome

  • 09:03 6 Çile 2021
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
LUBNAN - Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman da zanîn ku senaryoya li dijî Şengalê îro li Efrînê dubare dibe û got:"Pêwîst e ku li hember siyaseta Erdogan a qirkirina jinên Kurd, helwesteke cidî were nîşandan." 
 
Polîtîkayên xwînmijên Gelê Kurd li Kurdistanê di van çend sedsalên dawî de pir zêde dibin. Li hember têkoşîna jinên kurd ên ku bûne hêza dînamîk a guhertin û veguhertinên civakê, şerekî pir dijwar tê kirin. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava jinên kurd bi hêz û rola xwe di warê avakirina sîstemeke demokratîk û wekheviyeke di navbera her du zayendan de derketin pêş. Loma jî îro êrîş li jina kurd tê kirin.
 
Piştî şerê ku bi DAIŞ'ê re hat kirin li Kobanê û Şengalê gelek belgeyên ku girêdana DAIŞ’ê bi dewleta tirk re îsbat bikin hatin dîtin. Lê bi derketina her belgeyekê re dewleta tirk dîsa ev red kir. Piştî ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, bi hezaran jinên Êzidî revandin û bi rengekî pir hov ew qetil kirin. Her wiha bi hezaran jî heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Di heman wextê de jî jinên Êzidî li bazarên Reqa, Mûsil û Şedadê, ji çeteyên ku ji gelek welatan hatibûn re hatin firotin.
 
Piştî kontrolkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ya di Adara 2018'an de gelek al û çeteyên ku berê endamên DAIŞ'ê bûn, li kolanên Efrînê derketin holê. Di van rojên dawî de jî gelek belge derketin ku komên girêdayî dewleta tirk jinên Efrînê revandine û wan şandine Lîbyayê. Têkildarî vê mijarê Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman ji ajansa me re axivî.
 
'Şandina jinên Efrînê ya Lîbyayê sûcekî mezin e'
 
Henanê da xuyakirin ku ji destpêka dagirkirina Efrînê pê ve hemû mafê mirovan tên binpêkirin û dest dixin ser şûnwarên Efrînê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ruxmî ku dewleta tirk ewqas binpêkirinên derheqê mafê mirovan de dike, îro jî jinên Efrînê dişînin Lîbyayê, ev bi xwe sûcek e û derbarê wê de jî pêwîst e ku lêpirsîn bê destpêkirin û cezayên pir giran jî werin dayin. Dewleta tirk hêzê ji bêdengiya civaka navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê û hemû saziyên ku li hember kiryarên Erdogan xwe wekî kor nîşan didin, digire. Efrîn wekî sembola jina azad û xweseriya demokratîk dihate nasîn, loma îro polîtîkayên pir qirêj li ser Efrînê tên meşandin. Jinên Efrînê yên ku ji bo diyarkirina çarenûsa xwe di nava têkoşînê de bûn, îro bi polîtîkayên qirkirinê yên ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin ve rû bir û dimînin."
 
'Senaryoya li dijî Şengalê li Efrînê didome'
 
Henanê bi bîr xist ku jinên pêşeng ên Kurd her dibin hedefa dewleta tirk û wiha dewam kir: "Nimûneya herî ber bi çav û şênber ku ji bîra tu kesî neçûye jî qetilkirina Hevrîn Xelef bû. Di nava dîrokê de nav û têkoşîna wê hate nivîsandin û ji bo jinên cîhanê jî bû mînaka danesîna hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li hember qetilkirina jinên pêşeng, asta têkoşîn û berxwedana jinên kurd ên li seranserî cîhanê her ku diçe xurtir dibe. Birîna Şengalê hîn nehatiye kewandin, loma dema ku îro em dibînin jinên Efrînê ji Lîbyayê re têne şandin, heman senaryoya li dijî Şengalê tê dubarekirin. Beriya çend salan DAIŞ û îro jî dewleta tirk heman zihniyetê didin meşandin."
 
'Dewleta tirk hêzê ji bêdengiyê digire'
 
Henanê di axaftina xwe de anî ziman ku dewleta tirk a ku di NATO' yê de cih digire hemû maf û sînorên navneteweyî binpê dike û wiha axaftina xwe dom kir: "Tevî ku dewleta tirk di NATO' yê de cih digire, pêwîst e ku li hember hemû maf û sînorên navneteweyî rêzgirtina wê hebe. Ji kiryarên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike xuya dibe ku ji bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî hêzê digire û loma jî îro van kiryarên xwe yên li dijî mafê mirovan pêk tîne. Pirsgirêk û aloziya Sûriyeyê bi hebûna dagirkeriya dewleta tirk naçe serî, her wê seqet bimîne. Eger axa ku niha di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye neyê rizgarkirin, alozîya di nav Sûrîyeyê de nayê çareserkirin."
 
'Çarenûsa jinên Efrînê bandorê li me jî dike'
 
Henanê di dawiya axaftina xwe de weke saziyên jinên Lubnanê bang kir û got: "Rewşa ku îro jinên Efrînê tê de ne, dibe ku di demê pêş de bê serê me jî, loma pêwîstî bi yekîtiyekê û dengekî hevpar heye ku bikaribe rê li ber van kiryaran bigire. Çarenûsa jinên Efrînê çi be, wê di pêşerojê de jî bandorê li me bike. Em bi hev re asta têkoşînê bilind bikin û ji kiryarên Erdogan re bêjin êdî bes e."