Ji girtiyan peyam: Ji greva birçîbûnê re bibin deng

  • 09:02 6 Çile 2021
  • Rojane
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di roja xwe ya 41'an de didome. Girtiya bi navê Nurcan Aslan bi rêya malbata xwe banga piştewaniyê kir û diyar kir ku ji çalakiyê re bibin deng. Dayika Nurcan Muzeyen Aslan jî wiha got: “Berê her tiştî tecrît sûcê mirovahiyê ye. Bi milyonan kurd, bi hezaran girtiyên siyasî tên tecrît kirin. Ev nêzîkatiya wan a li dijî kurdan nîşa dike. Girtî ji hemû mafên xwe hatine mehrum kirin. Girtî hemû di tecrîtê de ne.”
 
Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û her wiha li dijî bin pê kirina mafên girtiyan, girtiyên PKK'yî û PAJK’î di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Greva ku li hemû girtîgehan belav bû di roja xwe ya 41’emîn de berdewam dike. Ji roja destpêke heta îro girtî bi rêya malbatên xwe daxwaz û hêviyên tînin ziman. Malbat jî bangewaziyên hestiyariyê dikin. 
 
‘Em êdî ji tecrîtê re bêdeng namînin’
 
Yek jî wan girtiyan Nurcan Aslan a ku 20 salî ye. Nûrcan di temenê16 salî de li Nisêbînê tê girtin. Ligel temenê xwe 21 sal ceza digire. 2 meh şûndê wê ji Girtîgeha Mêrdînê sirgune Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsa  Mêrsînê dikin. Nurcana ku di koma yekem de cih girtibû, bi rêya telefonê xwe gihand malbata xwe. Nurcan ji raya giştî û malbatên girtiyan re banga hestiyariyê kir û wiha got: "Êdî em tecrîtê qebûl nakin. Bêdengî ne çareseriye. Em azadiyê dixwazin. Şikandina tecrîtê azadiya Gelê Kurd e, azadiya me hemûyan e. Bi vê armancê girtî bi dorveger dest bi grevê kiriye. Ez di koma yekem de bûm. Çiqas dorveger be jî çalakî em ê şopdarê pêvajoyê bibin."
 
‘Tişta ku tê serê kurdan ne ji rêzê ye'
 
Nurcan ji malbata xwe re wiha behsa çalakiya koma yekem kiribû: "Rewşa me baş e. Em ê têkoşîna xwe bi her awayî bidomînin. Heya ku tecrît neşke em ranawestin. Dem dema azadiyê ye. Ger pêwîst bike em ê di vî oxirê de jiyana xwe jî ji dest bidin. Tişa tu ku bi serê Gelê Kurd tê ne ji rêzê ye. Pêwîste êdî qebûl nekin û serî rakin. Bi hev re em bêjin êdî bes e.” 
 
‘Girtî hemû tên tecrît kirin’
 
Dayika Nurcanê Muzeyen Aslan, di serî de bal kişand li ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Berê her tiştî tecrît sûcê mirovahiyê ye. Mirovekî 22 sal in tê tecrît kirin. Ango bi wê re bi milyonan kurd, bi hezaran girtiyên siyasî tên tecrît kirin. Ev nêzîkatiya wan a li dijî kurdan nîşa dike. Zarokên me ji bi heman rengî, ne girtî ne. Bê sûc in û ji ber ku kurd in rehîn hatine girtin. Ew bi îşkence, tundiya derûnî û fîzikî re ji rûbirû hatine hiştin. Ji hemû mafên xwe hatine mehrum kirin. Girtî hemû di tecrîtê de ne.”
 
‘Şewb ji bo pêkanîna tecrîtê bû fersendek' 
 
Muzeyen diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan tucarî kêm nebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min di temenek biçûk de hat girtin. Ji ber îşkenceyên ku lê kirine nexweşiyên cur bi cur pêre peyda bûne. Ji bo tedaviyê ji tiştek nehatiye kirin jî. Niha di rojeva cîhanê şewba koronoyê heye û cihê ku herî bi taluke jî girtîgeh in. Lê bi tu şêweyî ewlehî nehatin girtin. Şewb ji bo ew tecrîtê bidin meşandin bû hincetek. Hevdîtinan qedexe kirin û piştre jî zarokên me sirgun kirin, dixwazin em zarokên xwe salê carekî bibînin. Li dijî vê yekê tu ewlehiyên din ne hatin girtin. Gardiyan bêyî ku tedbîran bigirin di nav wan de diçin û tên. Amûrên paqijiyê li kantînan buha kirin. Ango ji her awayî ve şewb ji xwe re kirin fersendek.”
 
‘Ji bo hemû girtiyan serkeftin’
 
Muzeyen destnîşan kir ku divê ji bo çalakiya girtiyan piştgiriyek xurt bê dayîn û wiha berdewam kir: “Niha ji li dijî hemû bê mafiyan, li dijî tecrîtê ji bo şkandina zincîran girtî ketin grevên birçîbûnê. Ez serkeftinê ji hemû giriyan re dixwazim. Bê guman wê daxwaza wan bi ser keve. Lê divê em weke malbat, em weke kurd deng bidin dengê wan. Divê em vî barî hemû nehêlin li ser pişta wan. Pêwîste em hemû îro biaxivin, ji bo girtî bijîn ji bo bi serbikevin pêwîste em bêdeng nemînin."
 
'Şkandina tecrîtê ji bo me hemûyan ji azadiye.”
 
Muzeyen a ku serkeftin ji hemû girtiyan re xwest herî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keça min bi moralê xwe, bi coşa xwe re moral da me. Rewşa wan pir baş bû. Tenê daxwazek yê wan hebû, piştgirî.”