ROJEVA 6'Ê ÇILEYÊ 2021'Ê

  • 09:00 6 Çile 2021
  • Rojev
*Têkildarî çêkirin û parastina Hîzê Rûn û meşkan de Necma El-Esed da zanîn ku Çiyayê Kizwanan bi çêkirina Hîzê Rûn tê nasîn û wiha got:"Çiqasî teknolojî pêş ket jî, pêwîst e em alavên xwe yên çanda me îfade dikin û didomînin, ji bîr nekin."DÎMEN HEYE
 
* Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di roja xwe ya 41'an de didome. Girtiya bi navê Nurcan Aslan bi rêya malbata xwe banga piştewaniyê kir û diyar kir ku ji çalakiyê bibin deng. Dayika Nurcan Muzeyen Aslan jî wiha got: “Berê her tiştî tecrît sûcê mirovahiyê ye. Bi milyonan kurd, bi hezaran girtiyên siyasî tên tecrît kirin. Ev nêzîkatiya wan a li dijî kurdan nîşa dike. Girtî ji hemû mafên xwe hatine mehrum kirin. Girtî hemû di tecrîtê de ne.” BI DÎMEN 
 
*Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman da zanîn ku senaryoya li dijî Şengalê îro li Efrînê dubare dibe û got:"Pêwîst e ku li hember siyaseta Erdogan a qirkirina jinên Kurd, helwesteke cidî were nîşandan." 
 
*Parêzer Rûken Arslan diyar kir ku qanûna ku encamên weke, tayînkirina qeyûman a ji bo komeleyan û her wiha kontrola li ser civaka sivîl, wê derxîne holê, di esasê de ‘hewl dide ku pêşî li belavbûna tevgera sivîl a girseyî bê girtin û civaka sivîl bê bêdengkirin.’ Rûkenê her wiha daxuyakirin ku wê komele ji vir şûnde jî têkoşîna hiqûqî bidomîne. DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên Kantona Kobanê dê sibehê bi riya platformê kujerê bi navê Hisên Ebdo Ebas ku jina pê re zewicî û zarokê xwe qetil kir, darizînin. Endama Desteya Edaleta Civakî Rewşen Hacim diyar kir ku biryara cezayê şêniyên Kantonê dê bidin.   DÎMEN HEYE
 
*Li Hesekê ew ê çalakiya Dayikên Gerîla bê lidarxistin. (10.00)
 
*Li dijî êrişên Eyn Îsayê dê li Hesekê daxuyanî bê dayin. (12.30)
 
*Li Çiyayê Kizwanan endamên Aboriya Jinê ew ê projeya xwe eşkere bikin. (11.00)