Jin ji bo Gulîstan Dokû hatin gel hevdu: Em kujeran nas dikin

  • 16:54 5 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinê ya  HDP'ê ya Stenbolê û TJA'yê ji bo pirsîna aqubeta Gulistan Doku ya ev saleke windaye pirs bikin çalakî li ser xistin. Di çalakiyê de jinan bal kişandin ser tundiya mêr-dewletê ya zêde bûye û dan zanîn ku kujer tên parastin. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û  Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Gulistan Doku ya salek berê winda bû û hîn nehatiye dîtin li ber Bîrdariya Erdhejê ya Avcilar a Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsê "Gulîstan Doku hat windakirin" û dowizên"Ev bû 365 roj Gulistan li ku ye?", "Bila Zainal  Abakarov bê darizandin" hatin hilgirtin. Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê jî piştigirî da çalakiyê. 
 
'Tundî bi destên dewletê tê rewakirin'
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê Beser Çelik di destpêkê de axivî. Beserê got:"Tundiya li ser jinê bi destên dewletê tê rewakirin. Em ê tevî polîtikayên bêcezahiştinê ya dewletê jî dîsa li qadan bin."
 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut wiha got:"Li vî welatî jin tên qetilkirin û revandin. Her wiha tên windakirin. Em ji bo li aqubeta Gulistan Doku pirs bikin em li vir in."
 
'Jinan qir dikin'
 
Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum anî ziman ku ew ji bo Gulistanê li qadan e û wiha got:"Li Dêrsimê gelek kamera hene. Haya emniyetê ji her derê heye. Lê belê çima Gulistanê nayê dîtin? Lêpirsîneke rast nameşînin. Hûn kîjan kujeran ji bo çi diparêzin? Li vî welatî jinan qir dikin."
 
'Em kujeran nas dikin'
 
Piştre endama Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Evin Elitaş metna çapemeniyê xwend. Evinê bi bîr xist ku Gulistanê ev saleke winda ye û wiha got:"Em pirsa 'Gulistan Doku li ku ye" dewam bikin. Siyaseta şer a li Kurdistanê tê meşandin jinan tune dihesibîne. Em kujeran nas dikin. Em li dijî tundiya mêr xwe biparêzin û têkoşîna xwe mezin bikin. Divê ji bo dîtina Gulistanê lêpirsîneke berfireh bê kirin. Zainal Abarakov kî ye û têkiliyên wî yên bi çi rengî hene?"
 
Di çalakiyê de banga tevlîbûna ji bo çalakiya ew ê li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê di 18.00'an de ji aliyê Komisyona Edaletê ya ji bo Gulistan Doku bê lidarxistin jî hat kirin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Mêr lê dide dewlet diparêze" bi dawî bû.