SKB'ê banga tevlîbûna çalakiyên li Parîsê kir

  • 16:43 5 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SKB'ê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku beriya bi 8 salan 9'ê çile li Parîsê hatin qetilkirin banga tevlîbûna meşa li Parîsê kir.
 
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê (SKB) ji bo salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê çile ya li Parîsê ku sê jinên şoreşger û siyasetmedar ên kurd hatibûn qetilkirin daxuyaniyeke niviskî dan.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di salvegera 8'an a komkujiya Parîsê de ji bo berpirsên rastîn ên komkujiyên werin aşkerekirin û dadmendî bi cih were, li Ewropayê ji bo ku careke dî komkujiyên siyasî nebin û li dijî êrîşên komkujiyan em bang li hemû penaberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên Fransayê dikin ku tevlî çalakiyên 9'ê çile ya ku li Parîsê pêk bê kir."