Berxwedana xelkê Şengalê 35 roj in didome

  • 16:08 5 Çile 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya ku li dijî hevpeymana Bexda û Hewledê de hatî îmzekirin û ji bo xwedî li derketina Asayîşa Êzidixanê hatî destpêkirin 35 roj in didome. Îro Malbatên Şehîdan çûn serdana konê. 
 
Çalakiya ku 35 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hat destpêkirin bi serdanên şêniyên Şengalê ve didome. Îro Malbatên Şehîdan çûn serdana konê. Di serdanê de li ser navê dayikan Pakîze Celal bi erebî axivî. Her wiha endamê Rêveberiya Meclîsa Gel a Digûrê Salîh Şengalî jî di serdanê de axaftinek kir. 
 
Pakîze Celal, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya çalakiyê û wiha got: "Îro çalakiya me ya rûmetê ket roja xwe ya 35’an. Mehek jortir e em di nava çalakiyê de ne. Îro jî em weke malbatên şehîdan hatin serdana çalakgeran. Armanca me diyare, armanca me ewlehiya me ye. Her wiha armanca me fermîkirina xweseriya asayîşa me ye. Em dixwazin tevahî hêzên me bên qebûl kirin. Her wiha meclîs û rêveberiyên me yên xweser bên qebûlkirin. Ji bo vê çi jî were xwestin em amadene. Hêviya me ew e ku sala nû dê bibe serkeftina me."
 
Endama Meclîsa Şengalê Niam Bedel jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev 35 roj in çalakî didome û wiha mijar nirxand: “Em xêrhatina tevahiya kesên ku serdana kona rûmetê kirin dikin. Hikûmeta Iraqê û hevkarên xwe li ser me biryaran digirin û dixwazin asayişa me tune bikin. Lê bi berxwedana ciwanên me û şêniyên Şengalê heta niha jî nekarine asayişa me tune bikin. Em ê her tim piştewaniya zarokên xwe bikin. Hikûmeta Iraqê bi navê parastinê ketiye nava hewldanan, lê em armanca wan baş dizanin."