‘Em jin dê Gulîstanê bibînin’

  • 15:48 5 Çile 2021
  • Rojane
DÎLOK - Platforma Jinên Demokrat ên Dîlokê bi boneya yekemîn salvegera Gulîstan Doku daxuyanîyek da. Platformê di daxuyanîyê de ev got: “ Gulîstanê jî bi gotinên ‘Tu deng bide ku bila tundî bisekine’ bûbû dengê jinê. Em ê jî îcar bibin dengê Gulîstanê. Em jin dê Gulîstanê bibînin.”
 
Platforma Jinên Demokrat ên Dîlokê bi boneya yekemîn salvegera Gulîstan Doku civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahîya Platforma Şaxa Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ( KESK) hat lidarxistin. Seroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustîyê ya Şaxa Dîlokê Serpîl Dagdemîr li ser navên jinan  daxuyanî xwend.
 
‘Xwestin ser vê meseleyê bigirin’
 
Serpîlê di axaftina xwe de got ku li ser windakirina Gulîstanê re salek buhirî û ew 363 roje her roj pirsa “ Gulîstan li ku ye” dikin. Tê zanîn ku Gulîstanê herî dawî li cem Zaînal Abarakov hatibû dîtin. Tê zanîn ku herî dawî Zaînal Gulîstanê birîndar dike û wê dike wesayîtê. Ji wê rojê şûnde ji Gulîstanê agahîyek nehat girtin. Zaînal jî bi awantaja ku bavê wî polîs e li mala xwe bi rehetî îfadeya xwe da û piştî wê jî bi lez û bez reviya dervayî welat. Malbata Zaînal jî bi hinceta Zaînal nexweş e xwestin reva kurê xwe bincil bikin.”
 
‘Pêşî li çekgirtina takekesî nayê girtin’
 
Serpîlê bal kişand ser pêşniyaznameyên ku dan meclîsê û çalakiyên ku hatin lidarxistin û wiha got: “ Di nav salekê de ji Bendava Uzunçayirê cenazeyê sê heb kesan hate derxistin lê hê jî darbarê Gulîstanê de tu agahîyek nîne. Em ê hertim li îktîdara ku dixwaze vê bûyerê bincil bike û Zaînal Abarakov diparêze û li ber kuştina jinan çavê xwe digre bipirsin. Roja ku Suleyman Soylî darbarê mirina jinan de ragihand ku mirina jinan ji sedî 21 kêm bûye, li Dîlokê jineke 24 salî bi tevî pitika xwe ya şeş mehî hat qetilkirin. Tevî ku tê zanîn kuştina jinan herî zêde bi çekê diqewime dîsa jî pêşî li çekgirtina takekesî nayê girtin. “
 
‘Em jin dê Gulîstanê bibînin’
 
Serpîlê di dawîya axaftina xwe de ev gotin. “ Bi pêkneanîna qanûna 6284’an û Peymana Stenbolê pêşî li van kiryaran vedike nahêle ev kesên kujer jî bi awayekî çalak bên darizandin. Jin di nav civakek ku tê de ewlehî tune ye de tenê tê hiştin. Tevî ku tê zanîn ev kuştin û tundîtî li nav malê de dibe jî bi tu awayî bergirî nayê girtin. Di vê pêvajoya şewbê de jî gelek jin ên ku tundî li wan tê kirin cihekî lê bisitirin nabînin û bi mirinê re jî rûbirû tên hiştin. Jinên ku li dijî van qetlan dengê xwe derdixin jî tundî li wan tê kirin û tên binçavkirin. Em daxwaza xwe ya ji bo qanûna 6284’ê û Peymana Stenbolê dubare dikin. “ Gulîstanê jî bi gotinên ‘Tu deng bide ku bila tundî bisekine’  bûbû dengê jinê. Em ê jî îcar bibin dengê Gulîstanê. Em jin dê Gulîstanê bibînin. Bila bijî têkoşîna me jinan.”