'Ez ne tenê li Gulîstanê, ez di heman demê de li edaletê jî digerim'

  • 15:01 5 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Bi pêşengtiya Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet li Amedê daxuyaniyek hat dayîn û gotin: “Em kiryarên Gulîstan û hemû jinên ku hatine windakirin baş dizanin." Xwişka Gulîstanê Aygûl jî wiha axivî: "Ez tenê Gulîstanê nagerim ez di heman demê de edaletê digerim." 
 
Bi minasebeta yekmîn salvegera windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê Gulîstan Doku, bi pêşengiya Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet, li parka Hazal a Yenîşehîra Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajêr û yên navçeyan, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), rêveberên Partiya DEVA û gelek jin beşdarî bûn. 
 
Jinan pankarta "Hûn salekê Gulîstan Doku li ku dere digerin" vekirin. Her wiha dowîzên wekî, “Gulîstan Doku li ku dere ye” û “Bila xebatek bingehîn bê kirin” rakirin. Jinan di daxuyaniyê de dirûşma “Gulîstan Doku li ku ye” berz kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet, Ayşe Esmer ve hat xwendin.
 
‘Em ê ji bo Gulîstanê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin’
 
Ayşe, destnîşan kir bi piştgirî û hêza jinan dê Gulîstan Doku bibînin û wiha got: “Em kiryarên Gulîstan û hemû jinên ku hatine windakirin baş dizanin. Ji ber vê yekê em îro jî dipirsin. Gulistan li ku ye? Zaynal Abarakov çima tê parastin? Kî ji Zaynal û bavê wî re bû alikar? Çima Gulîstanê di nava avê de digerin? Heta ku lêpirsineke bingehîn neye kirin, em ê ji bo Gulîstanê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.”
 
‘Em tenê dixwazin keça xwe bibînin’
 
Piştî daxuyaniyê bavê Gulîstanê, Halît Doku wiha axivî: “Gava ku zarokên wan neyê malê gelo nakevin nava fikaran? Em tenê dixwazin keça xwe bibînin. Heta ku em keça xwe nebînin em dev ji lêgerînê bernadin.”  
 
‘Xwişka min ew salekê li ku derê ye' 
 
Aygul Doku jî axivî û destnîşan kir ku ew li gel lêgerîna xwişka xwe di heman demê de jî edalet û wîjdanê jî geriyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebatên ji bo lêgerîna Gulîstan tenê di avê de çêbû. Lê ez dixwazim bila Gulîstan li her dere bê lêgerîn. Xwişka min ew salekê li ku derê ye? Çima nayê dayîn. Çima ji me re dibêjin Gulîstan xwe kuştiye. Madem xwe kuştiye cenazeyê wê li ku ye. Çima ew îşkenceyê li me dikin.”
 
‘Em ê bêdeng nemînin’
 
Cigira Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî got: “Em ê hertim hesaba jinên ku hatine qetîl kirin bipirsin. Em jinên ku têkoşîna xwe li pey edalet, azadiya jinan û ligel vê jiyanek azad re didin. Em bêdeng nabin, natirsin û îttatê nakin. Dê hertim em ê Gulîstanê bipirsin.”
 
‘Em ê di her qadên jiyanê de bibin dengê Gulîstanê’
 
Parlementera HDP’a Amedê Remziye Tosun jî bale kişand li ser polîtîkayên şer ê taybet û diyar kir ku windakirina Gulîstan encama wan polîtîkayan e. Remzîye, got: “Gulîstana ku li bajarekî bi hemû kamereyan ve tê temaşe kirin hat winda kirin.  îro Gulîstan Dokû ji bo ku nayê xwestîn bê dîtin, nayê dîtin. Dema em dibêjin “Gulîstan Dokû li ku dere ye” desthîlatdar kerr û lal dibe. Ev tê wateya ku di windakirina Gulîstanê de destê desthîlatdar û hêzên dewletê heye.  Lê belê em vî tiştê qebûl nakin. Em ê di her qadên jiyanê de bibin dengê Gulîstanê û heta ku Gulîstanê bibînin em ê bipirsin “Gulîstan Dokû li ku ye”
 
‘Em şûnde gav navêjin’
 
Herî dawî jî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: “ Em baş dizanin ku Gulîstan çawa hatiye winda kirin. Heke desthîlatdar bixwesta dikariya Gulîstanê bidîta. Lê naxwazê bê dîtin. Ji ber ku dizane ku li pişta windakirina Gulîstanê bi xwe heye. Lê em wek jinan tu carî şûnde gav naavêjin û di her qadên jiyanê de têkoşînê mezintir bikin. Em ligel hemû astengî û zextan dê dîsa Gulîstan û aqûbeta hemû jinan bipirsin.”