‘Divê ji bo dîtina Gulîstanê erkdar wezîfeyên xwe pêk bînin’

  • 14:23 5 Çile 2021
  • Rojane
AMED -  Bi minasebeta yekemîn salvegera windakirina Gulîstan Dokû, Tora Têkoşînê ya li Dijî Şîdetê ya Amedê daxuyaniyek dan û gotin: "Divê ji bo dîtina Gulîstanê erkdar wezîfeyên xwe pêk bînin." 
 
Tora Têkoşînê ya li Dijî Şîdetê ya Amedê bi boneya yekemîn salvegera windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Mafê Jinan ya Baroya Amedê Asya Cemre ve hat xwedin.
 
Daxwaza lêpirsîneke berfireh kirin 
 
Asyayê ragihand ku lêkolîna ku bi destê Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê ve hatibû destpêkirin salekî berdewam kir û wiha got: "Lêgerînên ku li Bendava Uzunçayirê hat kirin jî tu encamek nehat bidestxistin. Li ser xwesteka malbata Gulîstanê, Tora Têkoşînê ya li Dijî Şîdetê ya Amedê lijneyek hat amadekirin. Lijne di 17’ê çileyê de çû Dêrsimê û li wir dest bi lêkolînê kir. Piştî lêkolînê raporek amade kir û ji raya giştî re aşkera kir. Lijne ji dozgeriyê daxwaza berfirehkirina lêkolîn û komkirina delîlan kir. Lê dozgeriyê bi tu awayî lêpirsîn neda destpêkirin."
 
‘Li çapemeniyê dûr bikevin em ê cenazeya Gulîstanê bidin we’
 
Asya, di daxuyaniyê de bal kişand ser rapora ku hatî amade kirin û wiha axivî: "Dayik û bavê Gulîstanê ji bo ku keça wan were dîtin çalakî dabûn destpêkirin û ji ber van çalakiyan jî hatin binçavkirin. Hevalên Gulîstanê û saziyên sivîl jî ji bo Gulîstanê çalakî li darxintin û pêşiya wan jî hat girtin. Hemû çalakî hatin qedexekirin. Bi vê hincetê derbarê Komeleya Rosayê de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Peywîrdarên cemaweriyê yên Dêrsimê ji xwişka Gulîstanê Aygul Doku re gotibûn 'Heke hûn ji çapemeniyê dûr bikevin em ê cenazeya Gulîstanê bidin' Her wiha Aygul her tim bi zextan re jî rûbirû maye." 
 
‘Ji bo ku karê xwe bikin em bangî li erkdaran dikin’
 
Asyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gulîstana ew saleke windaye. Ne hiqûq û ne jî wicdan qebûl dike. Di şexsê Gulîstanê de divê ev lêpirsînên derbarê jinên ku hatine windakirinê de divê îhtîmalên wek kuştin, revandin li ber çavan bê girtin û bi vî awayî lêpirsîn bên kirin. Em bang li erdaran dikin ku bila wezifeya xwe pêk bînin."