Çalakiya konê greva birçîbûnê di roja sêyemîn de didome

  • 13:44 5 Çile 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di zindanên tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, konê çalakiyan vedabûn. Çalakiya konên hatibûn vedan di roja sêyemîn de didome.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya bi girtiyên di zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ku di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo", çalakiya kon di roja sêyemîn de didome. Kon li qada Şehîd Egîd hatiye vedan û bi alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) , wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, siyasetmedar Leyla Guven û pankartên bi nivîsa "Berxwedan û cenga Heftenînê silav dikin, xeta îxanetê û êrîşa dewleta tirk a faşîst şermezar dikin", "Kes nikare roja me tarî bike" û "Berxwedana jinê faşîzma Erdogan têk bir" hat xemilandin.
 
Di roja sêyemîn de Tevgera Kevana Zêrîn, Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, Desteya Çandê serdana kon kirin, di danê êvarê de wê Meclîsa Leşkerî, Asayiş û Nexweşxaneya Leşgerî serdana kon bikin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Tevgera Kevana Zêrîn Gulçîn Hiso axivî.
 
'Em nikarin bê Serok bijîn'  
 
Endama Tevgera Kevana Zêrîn Gulçîn Hiso wiha got: "Di destpêkê de em berxwedana zindanan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê silav dikin û piştgiriyê didin berxwedana wan. Bi saya fikir û fesefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro em xwedî li çanda xwe ya kevnar derketin, çanda xwe diparêzin û me ji nû ve çanda xwe nûjen kirin. Em wek tevger jinê dibêjin ku em dikarin bê nan û av bijîn, lê bê Serok nikarin bijîn."