Li kampê mirina bi guman a jinekê ya duyem

  • 13:34 5 Çile 2021
  • Rojane
DIHOK - Li Wargeha Penaberan  a Şaryayê ya Dihokê Ehlam Xêro ya 15 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Wargeha Penaberan  a Şaryayê ya Dihokê ya Kurdistana Federe Ehlam Xêro ya 15 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Do jî li Kampa Êsynê jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Heta niha derbarê mirinên bi guman ên jinên Êzidî de ji aliyê rayedaran tu daxuyanî nehatin dayin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin têkildarî mijarê niha tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin ger hatibe destpêkirin jî ev ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.