TJA li Mêrdînê atolyeya kampanya 'Em xwe diparêzin' li dar xist

  • 13:22 5 Çile 2021
  • Rojane
MÊRDÎN -Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kapmapanyaya “Em xwe diarêzin” de li salona konferansê ya HDP’ê de atolyeyek li dar xist. Di atolyê de mijarên sereke yên kampanyayê tên nîqaş kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya  “Em xwe diparêzin” de li Mêrdînê atolyeyek li dar xist. Atolyeya li avahiya HDP’ê ya bajêr de hat lidarxistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Pero Dundar û berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û aktîvîstên TJA'yê tevlî atolyeyê bûn. Atolye ji hêla Ayşeyê ve hat birêvebirin.
 
Di atolyeyê de mijarên kampanyayê bi berfirehî hatin nîqaşkirin û şîrove hatin kirin. Atolyeya dê heta saet 16.00'an bidome. Atolye ji çapemeniyê re girtî tê domandin.