Li Beyogluyê banga 'seferberiya morê'

  • 13:19 5 Çile 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê di çorçoveya kampanyaya "Niha Seferberiya Morê" de li Beyogluyê pankart daliqand. 
 
Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çorçoveya kampanyaya "Niha Seferberiya Morê" de çalakiyên xwe didomînin. Endamên koordînasyonê li hinek cihên Beyogluyê pankartên dirûşmên kampanyayê lê hatine nivîsandin daliqandin. Jinên pankartên bi nivîsên "Li dijî tundiya mêr dewletê niha ber bi seferberiya morê ve","Li dijî destdirêjî û tecawizê niha ber bi seferberiya morê ve"  daliqandin bal kişandin ser kampanyayê.