TJK-E: Di 6 û 9'ê çileyê de em ê li qadan bin

  • 12:45 5 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi minasebeta salvegera komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got: "Em bang li jinên kurd, sosyalîst, raya giştî ya demokratîk, femînîst û parêzvanên jinan ên li Ewropayê dikin ku di 6 û 9'ê Çileyê de li qadan bin."
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesileya salvegera 8'an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin dê 6 û 9'ê çileyê de dakevin qadan. 
 
TJK-E, di daxuyaniyê de wiha got: "Ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinê hevrê Sakînce Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di salvegera 8'an a vê komkujiya namerdane de em soza xwe dubare dikin ku di pêngava serketinê de em ê xwedî li bîranînên şehîdên xwe yên hêja derkevin.
 
Qetilkirina hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di 9'ê çileyê de li Parîsê, êrişeke plankirî û rêxistinkirî ye ku ji aliyê Tayyîp Erdogan û Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) hate pêkanîn. Komkujiya Parîsê di demeke welê de pêk hat ku li Îmraliyê pêvajoyeke nû ya diyalogê dest pê kiribû û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihate kirin. Yanî hêzên faşîst ên ku ji xwe ji pirsgirêka kurd xwedî dikin bi rêya Komkujiya Parîsê xwestin çareseriya pirsgirêka kurd sabote bikin. Ev êriş êrişeke ji bo astengkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bû. Ev êriş êrişeke dijminatiya li jinê bû, êrişa li dijî gelê kurd û nirxên demokrasî û azadiyê bû.
 
Nepêkane ku êrişeke wiha bêyî piştgiriya ji Fransa û hêzên cuda yên li Ewropayê bihata pêkanîn. Lewma rêveberiya Fransayê ya wê demê û hin dewletên Ewropî yekser berpirsyar in. Rêveberiya Fransayê di çarçoveya berpirsyariya xwe de divê sûcdarên din ên komkujiyê eşkere bike û darizîne. 
 
Weke TJK-E'yê ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiya Parîsê, ji hêzên sîstema bi serweriya mêr a di şexsê Şengal û Rojava de êrişî şoreşa jinên kurd dike bê pirsîn, wê li qadan bin. Di 6'ê Çileyê de li ber Konsolosxaneyên Fransayê, di 9'ê Çileyê de jî di serî de Parîs li gelek bajarên Fransa û Elmanya, li Belçîka, Hollanda, Swîsre, Îngilistan, Awûstûrya û Skandînavyayê em ê bêjin; Bila Erdogan ê ku fermana komkujiyê da bê darizandin.
 
Em bang li jinên kurd, gelên Kurdistanê, sosyalîst, raya giştî ya demokratîk, femînîst û parêzvanên jinan ên li Ewropayê dikin ku di 9'ê Çileyê li qadan bin."