Li Mexmûrê koma 10’an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 12:07 5 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, bi dewgirtina koma 10’an didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiyeyê û herêmê, li dijî tecrîda girankiriya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanunê de li saziya malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 10’emîn dewir girt.
 
Li ser navê koma 9’emîn Çimen Bîlen axivî got: "Destpêkê li ser navê koma 9’emîn em xêrhatina gelê xwe dikin. Me ji xwest ji bo piştgiriya girtiyên zîndanan beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibin. Ji ber ku em êdî azadiya rêberê xwe dixwazin. Heta ku em digihijin vê armanca xwe heta dawiyê em ê bi hemû curên çalakiyan li ber xwe bidin."
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana zîndanan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.