Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 40'emîn de ye

  • 09:56 5 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtîyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtîyên siyasî ve dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 40'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkîyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdawî û dorveger hatibû destpêkirin koma 8'an dewir girt û kete roja 40’emîn 
 
Girtîyên doza MLKP’ê jî du bi rêya malbatên xwe dan ragihandin ku ji bo ku piştgirîyê bidin gireva birçîbûbê dê 7’ê Çileyê de 5 roja dest bi gireva birçîbûnê bikin. Li Yewnanîstanê jî li Kampa Lavrîo doh gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin.