365 roj derbas bûn: Gulîstan Doku li ku ye?

  • 09:06 5 Çile 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
DÊRSIM - Gulîstan Doku berî bi salekê îroj hat windakirin û derbarê eqûbedat wê de ne ji lêpirsînê û ne jî ji xebatên lêgerînê tu encam hat girtin. Jinan salekê ji cihên ku lê diman gotin, "Gulîstan Doku li ku ye?"
 
Di ser windakirina xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulîstan Doku ya 21 salî re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de lêgerîna hat kirin kêm ma û lêpirsînên ku ji bo lêgerîna wê hatin vekirin jî tu pêşketin di wan de çênebû.  Herçend ku ji windabûna Gulîstanê Zaînal Abarakov berpis tê dîtin jî derbarê wî de tu lêpirsîn nehat kirin.  
 
Me hewldanên piştî windakirina Gulîstanê ku ji bo bê dîtin hatin kirin ên salekê ji bo we kom kirin...
 
Çile
 
Di lêkolîna ku ji bo dîtina Gulîstanê hat kirin de, hat tespîtkirin ku Gulîstanê herî dawî bi Zaînal Abarakov re bi telefonê axivî ye, li ser vê parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, mijar bir rojeva meclisê.  Dîsa di vê mehê de xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulîstanê çalakî li dar xistin û gotin ku ew dixwazin hevala wan demildest bê dîtin.
 
Piştî windakirina Gulîstanê bi hefteyekê, li ser lêkolîna hat kirin, malbata wê bi waliyê Dêrsimê Tuncay Soel re hevdîtin kir û got ku bi armanca ewlehiyê wan derketina dervê welêt ya Zaînal Abarakov girtine bin çavdêriyê. Malbatê vê carê jî got ku di destên wan de delîlekî şenber ku pê Gulîstanê bibînin tune ye û xwest ku agahiyên tên girtin bi wan re bên parvekirin. Piştî ku hat îdakirin Gulîstanê name li du xwe hiştiye û întîhar kiriye xuşka wê Aygul Doku got ku tu nameyeke bi  vî rengî tune ye. Piştî ku bertek li Dêrsimê zêde bûn walîtiyê li bajêr çalakî qedexe kirin. Li gel ku di dosyaya lêpirsînê de gelek belgeyên divê hebûya kêm bûn jî dozger ji malbatê re got hûn her ku bi ser  min de tên ez dikevim fikar ,"Lawikê bahsa wî tê kirin bê sûc e."
 
Sibat
 
Di meha sibetê de jî çalakiyên ji bo Gulîstanê bên dîtin berdewam kirin û dîmenên nû yên kamarayên MOBESE derbarê Gulîstanê de hatin bidestxistin. Di dîmenan de hat dîtin ku Gulîstanê piştî ji Zaînal veqetiyayê ber bi otogarê ve meşiyaye.  Gulîstan piştî ku demekê bi telefonê diaxive, dikev minîbusa rêwiyan. Malbata wê ji bo ku encamekê bi dest bixwe biryar da ku biçe meclisê bi nûnerên partiyên ku koma wan li wê hebû re biaxive. Ji bo dîtina Gulistanê vê carê jî HDP'ê xwest ku Komîsyona Lêkolînê li meclisê bê avakirin û ji bo ku Wezrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclisê.  Komîsyona Platforma Jinan a Edenê 8'ê Adarê diyarî Gulîstanê kir .Rêxistinên jinan jî starta çalakiyên xwe yên di çarçoveya 8'ê Adarê de li Dêrsimê dan.  
 
Adar
 
Li gel ku di vê mehê de jî derbarê dîtina Gulîstanê de tu encam nehat bidestxistin, Piştevaniya ODTU yê bi minasebeta 8'ê Adarê bazdana bi navê ~serhildan" pêk anî .Platforma Jinan a Dêrsimê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Kolana Hunerê meşek ji bo Gulîstanê pêk naîn û pirsa Gulîstan Doku li ku ye? kir .Di meşa şevê ya Feminîst de jî jinan li equbeta Gulstanê pirsî. Komeleya Jinan a Rojsayê jî di dawiya mehê de li ser hesabê medya civakî bi etîketa Gulîstan Doku li ku ye? çalakî pêk anî. 
 
Nîsan 
 
Piştî ku 4 meh di ser windakirina Gulîstanê re derbas bûn dayika wê Bedriye Doku li ser medya civakî di vîdeoya ku parve kir de got, "Ezê heqê keça xwe nehêlim û lêgerîna xwe berdewam bikim." Ji aliyê  Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk ve jî  li ser medya civakî bi dirûşma "Em ê dest ji pirsîna Gulistanê bernedin" çalakî kir.  Dayika Gulîstanê ji bo keça xwe bang kir  û got, "Ev 100 roj e digirîm."  Komeleya Jinan a Rosayê jî ji bo Gulîstanê bi etîketa, "Bila vîdeo bê parvekirin û Zaynal hesap bide" li ser medya civakî çalakî kir."
 
Gulan
 
Jinên Elewî bi hastaga "#GulîstanDokuNerede" li ser medyaya civakî li aqubeta Gulîstan pirs kirin. Jinan bi hastaga "#Bilabarajbênvalakirin" li ser medyaya civakî li aqubeta Gulîstanê pirs kirin. Di Roja Dayikan a Cîhanê de Bedriye bi vîdeoya li ser medyaya civakî parve kir de anî ziman ku tenê daxwaza wê dîtina keça wê ye. Di 12'ê Gulana 2020'î de li Gola Uzunçayirê cenazeyê Abdullah Nacar ê 13 salî hat dîtin. Li ser vê bûyerê Aygulê bang rayedaran kir û got "Ez direvim her cenazeyî. Ez dibêjim qey xwişka min e ez direvim. Çima hûn min nabihîsin? Ger xwişka min di nava avê de be ji nava avê derxin. Ger xwişka min kuştibin wan zevt bikin." Bi pêşengiya TJA'yê jin hatin gel hevdu û zincîra mirovan ava kirin. Jinan pirsa "Gulîstan Doku li ku ye" kirin. 
 
Hezîran
 
Di meha hezîranê de bi pêşengiya Komisyona Edaletê ji bo Gulistan Doku çalakiya medyaya civakî ya bi etîketa "#BilaZanyarûmalbataxwebêdarizandin" hat destpêkirin û gelek rêxistinên jinan û siyasetmedaran piştigirî dan vê çalakiyê. OGK'ê jî ji bo Gulistan Doku li Keştiya Eminonu-Kadikoyê çalakî li dar xist û di çalakiyê de hat gotin "Bila lêpirsîneke çalak û berfireh bê destpêkirin. Bila Gulîstanê bê dîtin."
 
Di nava meha hezîranê de li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ji bo gumanbar  Zainal Abarakov bê girtin serîlêdana sûc hat kirin. Her wiha axaftinên telefonê yên di meha sibat û adarê de ya di 17'ê Hezîranê de ya ku bi malbata xwe re kiribû hat parvekirin. Alî  Çîmen ê parêzerê dosyayê got"Gihaştina delîlên bi guman pêk tê. Ev pêşketin nîşan dide ku em di daxwaza girtina Zanyal de çiqasî mafdar in."HDP'ê jî ji Wezareta Dadê ev pirs kir "Dema Zainal hat girtin çima dest nexistin ser telefona wî?"
 
Xwişka Gulistanê Aygulê li ser hesabê medyaya civakî vîdeo parve kir û di vîdeoyê de ji bo dîtina Gulistanê bang kir. Aygulê pirsa "Hîn ez ê heta çend rojan li cesedê xwişka xw bigerim" kir. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê jî kameraya li nêzî malên  Zainal Abarakov û zirbavê wî Engîn Yucel nihêrtin. Li gor girtekê Zainal û Engîn li heman malê dijîn lê belê di heman kamerayê de dîmenên Zainal hebûn yên derbarê Engin Yucel de tune bû. 
 
Tîrmeh
 
Çalakiyên jinan ên ji bo Gulîstanê di meha tîrmehê de jî dewam kirin. Jinan bi etiketa "#jibodokudengbide" li ser medyaya civakî çalakî li dar xistin. Dayika Gulistanê Bedriye jî li ber Munzurê ji bo Gulîstanê zêmar bi lêv kir. Xebatên lêgerînê yên binê avê yên ji bo Gulistanê ji aliyê Wezareta Karê Hundur hat bidawîkirin. Aygulê bertek nîşanî vê yekê da û got em ê pirsa ji bo Gulistanê dewam bikin. Aygulê got em ê biçin Enqereyê û ji ber meclîsê tev negerin. Jinan bi etiketa "#JiboGulistanêlêkolînaberfireh" li ser medyaya civakî çalakî li dar xistin.
 
Di 16'ê Tîrmeha 2020'î de malbata Gulistanê ji bo bi Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu re hevdîtinê bike çû Enqereyê. Aygulê behsa hevdîtinê kir û got ew ê roja duşemê Gola Uzunçayirê bê valakirin û lêgerîna ji bo Gulistanê bidome. Piştre dîsa lêgerîna ji b Gulistanê dest pê kir. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de rapora HTS'ê hat amadekirin. Hat diyarkirin ku 3 jinên din jî yên şahidiya axaftina Gülistan û Zainal Abarakov
kirine hene lê îfadeyên wan nehatine girtin. Her wiha hat gotin ku şeva Zainal dest da ser Gulistanê polîsên hatine telefonî bavê Zainal kirine û ev di îfadeyan de cih negirtiye. Serlêdana ji aliyê parêzerê Gulistanê ve hat kirin ji aliyê serdozgeriya Dêrsimê ve bê hincet hat redkirin. Li ser encamên HTS'ê biryar hat dayin ku Zainal bi zora polîsan bîn îfadeyê. Parêzerê Gulistanê Alî Çimen da zanîn ku "Divê lêpirsîn êdî di çarçoveya kuştina mirovekî bê meşandin."
 
Tebax
 
HDP'ê li Meclîsê jî behsa windakirina Gulistanê kir. Pirs ji Suleyman Soylu hat pirsîn ku gelo piştî rapora kesên zana lêpîrsîna Gulistanê ji nû de hatiye nirxandin û xebatên têkildarî Gulistanê de gelo di vî warî de hatiye meşandin? Zirbavê gumanbar Zanial Abakarov Engin Y. ji kar hat dûrxistin. Di 16'ê Tebaxa 2020'î de DBP, KCD û HDP'ê li Dêrsimê malbata Gulistanê ziyaret kirin. 
 
Îlon
 
Ji bo Gulistanê bê dîtin çalakî di meha îlonê de jî dewam kirin. Di 7'ê Îlona 2020'î de Bedriye û Aygulê li Qada Seyit Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin lê belê polîsan bi lêdanê mudaxaleyî wan kirin û ew kirin bin çavan. Piştre li ser medyaya civakî hastaga "#Emhemûmalbata gulistanêne" çalakî hat lidarxistin. Bedriye û Aygul di heman rojê de hatin berdan. Piştî vê bûyerê Platfoma Jinê ya Dêrsimê jî di daxuyaniya ku da de baga "Bila Zainal Abarakov bê darizandin" kir. Komisyona Edaletê ya ji bo Gulistan Doku li Dêrsim, Îzmîr û Stenbolê ji bo Gulistan Doku çalakiya meşê li dar xist. Piştî ku daxwaza Bedriye û Aygul a ji bo berdewamkirina lêgerîna Gulistan Doku hat qebûlkirin dawî li çalakiya rûniştina xwe ya li Qada Seyid Riza anîn. Vê carê jî derbarê Parêzer Alî Çîmen de jî bi îdiaya "Binpêkirina veşartina lêpirsînê" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve lêpirsîn hat destpêkirin.