‘Di pandemiyê de newekhevî zêdetir bû’

  • 09:05 5 Çile 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Endama Rêveberiyê ya TTB’ê Çagla Îzcî bal kişand ser geşedanên ku di pandemiyê de û wiha got: “Çavkaniya derketina pandemiyan faalîyetên mirovan an jî pergalên newekhevîyê diparêzin ku bi destên hikûmetan tên avakirin e. Heta ku ji wan pirsgirêkan re çareseriyek neyê dîtin û rûxandina ekolojiye bi dawî neyê  em ê zêdetir pandemiyan bibînin."
 
Bi derketina Vîrûsa Koronayê(COVID-19) re li tevahiya cîhanê qeyraneke mezin rû da. Li Tirkiyê jî di 11’ê Adarê de Wezîrê Tendurustiyê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku li Tirkiyê jî vîrus belav bûye. Di heman rojê de jî vîrusa belav dibe ji aliyê Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê ve weke ‘pandemî’ hatibû îlankirin.  Bi vî awayî li seranserê cîhanê têkoşîna li dijî pandemiyê dest pê kir. Bîlançova vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Herçend ku  li welatan tedbîr hatin girtin jî belavbûna vîrûsê didome. Tirkiye jî bi rewşa xwe ya dawî di nava tabloya xeternak de cihê xwe digire.
 
Her wiha di pêvajoya pandemiyê de ku cûr bi cûr pirsgirêk rûdan, herî zêde jî kedkarên tenduristiyê di şert û mercên giran de xebitîn û ji roja yekem hetanî niha herî zêde kedkarên tendirustiyê ji şewbê bi bandor bûne. Ligel van geşedanan Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, di 24'ê Kanûnê de daxuyandibû ku dê derzî (Aşi) di şeva 27'ê Kanûnê de ji Çînê bên û dê bi stratejiyeke 4 merheleyî dest bi derzîkirinê bikin. Têkîldarî van mijaran Endama Rêveberiya Yekitiya Bijîşkên Tirk(TTB) Çagla Îzcî ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Di pandemiyê de newekhevî zêde bû’
 
Çagla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pandemiyê û diyar kir ku ligel şewba koronayê li seranserê cîhanê ji hêla aboriyê de têkçûyînek pek hat. Çağla, got: “Qeyrana aborî herî zêde li ser xizanan bandora xwe kir. Bi vî awayî xwe gihandina hemû kesan a ji bo xizmeta tenduristiyê jî zahmet bû. Her wiha dîsa di bin navê têkoşîna li dijî şewbê de civaka hat desteserkirin. Bi vê pandemiyê re tundiya li ser jinan jî zêdetir û barê wan jî girantir bû. Ji ber ku di pêvajoya pandemiyê de lênerîna nexweşan zêdetir jinan kir. Xîzmeta tenduristiyê di heman demê de barê jinê jî du qat zêde kir. Wekî ku tê zanîn bi pandemiyê re hemû ferdên civakê bi malê hatin sînordarkirin û lewra tundîya di nav mal û tundiya li ser jinê jî zêde bû.”
 
‘Di aliyê xizmeta tenduristiyê de li gorî kesan xizmet hat kirin' 
 
Çagla diyar kir ku bi destpêka pandemiyê re dewletan destnîşan kiribûn ku tendurîstiya civakê wê biparêzin lê tenê ji aliyê belavbûna vîrûsê tevdîr hatin girtin. Lê li şûna wê de divê xizmeta tenduristiyê bigîhandina hemû kesan. Di warê xizmeta tendirustiyê de li gorî kesan xizmet hat kirin. Tenê bi derman û derziyan xwestin nexweşiyê tune bikin. Bi vî awayî encamek bingehîn nehat bidestxistin. Gelek kes ji ber qeyrana aborî ku derfetên wan têrî nedikirin nekaribûn xwe bigihînin wan xizmetan. Ango di wê pêvajoyê de newekhêviya xizmetên tenduristî derket holê.”
 
‘Daneyan bi awayekî zelal nehat aşkere kirin’
 
Çagla da zanîn ku Wezîrê Tenduristiyê bi awayekî zelal parve nekiribûn û jî bûn sedema rewşke xeternak. Çagla wiha berdewam kir: “Jixwe me di serî de hertim anîbû ziman ku rewş ji wan daneyan hin zêdetir bi xeter e. Lê ji ber fikarên wan ên bikaranîna sermaye û aboriyê ser rastiya nexweşiyê girtin. Ji ber van sedeman navendên danûstandinan vekirî hiştin û wekî nexweşî ewqas zêde belav nebûye nîşan dan. Ligel van pirsgirêkan ne li nexweşxaneyan tevdîrek berfireh hat girtin ne jî ji bo civakê tevdîr hatin girtin. Ew jî bû sedema aloziyê. Em hemû hay ji van rewşan hebûn û pirê caran bi daxuyaniyên xwe û ragihandinên xwe hişyarî kirin.”
 
‘302 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan’
 
Çagla, di berdewamiya axaftina xwe de got di pêvajoya pandemiyê de hertim kedkarên tendurîstiyê pêşengtî kirin û wiha pêdê çû: “ Lê belê ji bo kedkarên tendurîstiyê tevdîrên berfirehî nehat kirin. Bi vî awayî gelek kes bi vîrûsê ketin û heta niha 302 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes bi şewbê ketin. Ev tablo ne tenê ji bo me di heman demê de ji bo civakê fikarek pêk tîne. Piştî van pêkanan ji bo ku vîrûsa koronayê weke nexweşiya pîşeyî bê pêjîrandin nîqaşan destpê kirin. Li gelek welatan nexweşiya weke pîşeyî hat erê kirin lê li vir hê pêk nehatiye. Ji destpêkê de heta niha çawa em hatin vê astê? Em jî di serî de wekî hemû kesan bi hêsanî nekarî xwe bigihînin alavên tenduristiyê. Piştre ji bo aşkerekirina daneyan me nekarî ragihandinên bi zelal bigirin.   Her wiha bi demê re di nexweşxaneyan de di navbera xebatkaran de hîyerarşîyek jî pêk hat. Di mijara derziyê de jî gotin pêşî, bijîşk, piştre hemşire û paşê personelên nexweşxaneyê wê bibin. Ango hîyerarşîya xizmetên tenduristiyê teyisî nexweşxaneyan.”
 
‘Tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê zêde bû’
 
Çagla destnîşan kir ku di heman demê de ligel pêvajoya pandemiyê tundiya li tenduristvanan jî zêde bû û wiha axivî: “Nexweşên ku agahiyên bingehîn nekaribûn ji wazeretê tenduristiyê bigirin bûn xwedî hêrsdi û ev hêrsa xwe jî di serê xebatkarên tendirustiyê re derxistin. Jixwe şert û mercên tenduristvanan gelek giran bûn û tevî van, cûrbecûr pirsgirêkên bi vî awayî rû dan. Gelek kedkarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dan û hin kesan jî ji ber van pirsgirêkan dawî li jiyana xwe anîn.”
 
‘Êdî civak vîrûsa koronayê cidî digirin’
 
Çaglatm anî ziman ku di hefteyên dawîn de hêjmarên kesên bi şewbê de lawazîyek heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Êdî civak vîrûsa koronayê cidî digirin û li gorî vê tevdîrên xwe digirin. Her wiha di çarçoveya tevdîran de girtina dibistan, cafe û navendên danûstandinê jî  belavbûna şewbê kêm kir.  Ji bo sala 2021’ê jî bêhêvitiyek tune lê heke ragihandina daneyan bi awayekî zelal bê parvekirin û her kes bê derzîkirin wê demê dibe ku têkoşîna li dijî pandemiyê jî encamê bide.”
 
‘Gelek nexweşiyên din li dû xwe hiştin’
 
Çaglayê diyar kir ku vê sale tenê nexweşiya COVID-19 hat axaftin û wiha got: “Gelek xizmetên tenduristiyê nehatin kirin û tedawî hatin taloqkirin. Di vê mijarê de kêmasiya dewletan pir zêde ye. Ne kesên ku tedawîya panceşêrê ne jî nexweşiyên giran yên din tedawiya wan hat kirin. Tedawiya wan hemûyan hat taloqkirin. Lewra heke pandemî biqede jî ew texrîbata li ser sîstema tenduristiyê ji aliyên din ve bandora xwe li ser civakê wê nîşan bide. Loma divê ne tenê ji aliyê derziyê de divê di temamiya xizmetên tenduristiyê de çarenûsek bê dîtin.”
 
‘Mimkûn e ku pandemiyek zêdetir giran rû bide’
 
Çaglayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “ Ji berê de jî cûreyên vîrûsê yên wekî SARS, MERS hebûn. Ango heta ku xweza bi vî awayî bê qîrkirin û sermaye wiha bê bikaranîn ew cûreyên pandemiyê jî dê neqedin. Tişta ku em li ser hûr dibin vîrûs bi xwe ye. Çavkaniya vîrûsê jî ajal in. Wê demê divê derziyek bi vî şiklî bê çêkirin. Lê di esasê xwe de çavkaniya derketina pandemiyan faalîyetên mirovan an jî pergalên newekhevîparêz ku bi destê hikûmetan tê ava kirin in. Heta ku ji wan pirsgirêkan re çareseriyek neyê dîtin û rûxandina ekolojiye bi dawî neyê  em ê zêdetir pandemiyên bi vî awayî bibînin. Mimkûne ku piştî vê pandemiyê jî pandemiyek zêdetir giran derkeve.”