'Jiyan li Efrînê bûye dojeh'

  • 09:01 5 Çile 2021
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Cigîra Desteya Jinê ya Herêma Firatê Rozîn Mihemed rewşa jinên ku di herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne nirxand. Rozînê wiha got: "Dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê dixwazin civakê di kesayeta jinê de têk bibin, lê vîna jina azad ji hovitiya wan xurtir e û wê li beramberî hovitiyê têbikoşin."
 
Li herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne roj bi roj jin rastî kiryarên bê exlaqî tên. Tundiyeke mezin li Serêkanî, Girê Spî û Efrînê pêk tê. Herêma Efrînê di destpêkê de demografiya wê dan guhertin û dest bi revandin, kuştin, talankirin û xirabkirina gorên pakrewanan hat kirin. Li Efrînê bi sedan jin hatin girtin û revandin, li gor çavkaniya ku me ji Tv Sky News girt Artêşa Niştîmanî Sûrî van jinên girtî bi rêya deriyê Meiber Hewar Kilis ya leşkerî, Meiber Xelîl her wiha di rêya gundê Hemam yê leşkerî de li Cindirêsê derbasî Tirkiyeyê dikin û li wir jî derbasî Lîbyayê dikin û jinan wek kole bi kar tînin.Têkildarî mijarê Cîgira Desteya Jinê ya herêma Firatê Rozîn Mihemed axivî.
 
'Li Efrînê jin zilmê dibînin' 
 
Rozînê bal kişand ser kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêma Efrînê û got: "Dewleta tirk a dagirker dijminatiya jinan dike û dixwaze bi rêya şikandina vîna jinê civakê tune bike. Di nava hemû sazî û dezgehên li Efrînê jinan cihê xwe girtibûn û rola xwe di nava saziyan de dileyîstin. Her wiha di aliyê çandiniyê de jî xwedî rol bûn, girêdana jinên Efrînê bi xwezayê re heye lewma her tim xizmeta ax, dar, bostan û çandiniyê dikirin. Em niha bala xwe bidên li kampên Şehbayê wek kampa serdem, berxwedan û veger jinan gul, dar û baxçe çandine ev jî dide diyarkirin ku girêdana jinê bi xwezayê re heye. Her tişt bi destên jinê tên afirandin ji bo wê jî jin jiyanê diafirîne û bi awayekî çalak di nava kar û xebatê de ne."
 
'Dewleta tirk di kesayeta jinê de dixwaze civakê pûç bike'
 
Rozînê bal kişand ser êrîşên li ser jinan ên li herêmên hatine dagirkirin û wiha domand: "Dijmin herî zêde jinan dike armanca êrîşên xwe û jinan didin revandin. Rewşa jinan di herêmên dagirkirî de roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe, tundiya herî zêde li herêmên dagirkirî  tên meşandin. Çeteyên ku niha herêmê bi rê ve dibin nahêlin ku jin serê xwe derxin derveyî kolanan, dema ku jin derkeve jî pêwîst e her derê wê girtî be û tu derên wê neyên xuyakirin. Wek ku çawa çeteyan li jinên Reqayê kirin, îro ev kiryar xwe li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dubare dike. Dixwazin di kesayeta jinan de civakê pûç bikin, ji ber jin civakê bi rê ve dibe."
 
'Jin tên revandin'
 
Rozînê di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku roj bi roj jin rastî hovîtiya çeteyan tên, ev jin wek kole li Lîbyayê tên bikaranîn û wiha pê de çû: "Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê tundiya cur bi cur anîn serê jinan û heta niha jî ev tundî tê meşandin û bi awayekî hov li ser jinan heye. Çima dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin jinan derbasî Lîbyayê bikin? Ji ber hevpeyman di navbera Lîbyayê û dewleta tirk de heye. Li gor em nûçeyan tameşe dikin Sky News arabiya nûçeyek weşandin ku jinên Efrînê derbasî Lîbyayê tên kirin. Kesên ku çeteyan bi rê ve dibin û serkêşiya wan dikin dewleta tirk û Qeter e."
 
'Jiyan li Efrînê bûye dojeh' 
 
Rozînê da zanîn ku dewleta tirk dixwaze pilan û projeyên ku li Şengalê meşand li Efrînê bidomîne û got: "Di sala 2014'an de dîsa bi destên çeteyên dewleta tirk jinên Şengalê hatin revandin û li bazaran hatin firotin û hîna jî jin bi van kiryaran re rû bi rû ye. Îro jî dixwaze wê pilan û pirojeya xwe ya qirêj li Efrînê bidomîne. Êdî jiyan li Efrînê bûye dojeh, lewma gelek kes dixwazin ji wan herêman derkevin û berê xwe bidin herêmên rizgarkirî. Ne pêkan e ku kesek ji Efrînê derkeve, ji ber rastî işkence, zehmetî, êş û tundiyê tên. Hemû jinên ku tên revandin û girtin çete wan derbasî girtîgeha Îqab bi wateya ceza ya Idlibê dikin, di hundir wê zindanê de hemû cureyên hovîtî, destdirêjî, tecawiz û işkence tên kirin. Dema ku jinên Şengalê revandin wê demê hin jinên Şengalê jî derbasî wê girtîgehê kirin û hemû cureyên tundiyê bi ser wan de anîn.Em li dijî van kiryaran wekî Desteya Jinê ya Herêma Firatê rojane rewşa jinên li herêmên dagirkirî dişopînin. Ew hewil didin ku bi rêya civîn û nîqaşan xwedî li wan jinan derkevin û piştigiriyê bidin wan, da ku hemû jinan ji zilm, işkence û tundiyê xilas bikin."