Li Şengalê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin

  • 19:36 4 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Ezidîyên Şengalê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar bikin meşêke girseyî li navçeya Sinuneyê ya giredayî Şengale li dar xistin. 
 
Şêniyên Şengalê bi peşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Tevgera Ciwanên Êzidî  li hember tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin.
 
Meşa şêniyên Şengalê ji Meclîsa Gel a Sinunê dest pê kir û li dewareya Sinune ya Mam Zekî bi dawî bû. Piştre ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) ve daxuyanî hat dayîn. 
 
'Em vê tecrîde şermezar dikin'
 
Endamê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Wetha Hisên bertêkên xwe li hember tecrîda li ser Abdullah Ocalan wiha anî ziman: "Ev meşa me ji bo tecrîda li ser Rêbertî ye. Ev 21 sal in Rêbertî di zindanê de ye û tecrîd li ser tê meşandin. Her kesek dizane ku tecrîd li ser Rêbertî giran bûye. Em vê tecrîde şermezar dikin û weke gel qebûl nakin. Em dixwazin ku malbat an jî parezerên Rêbertî biçe gel û hevdîtinê pêk bîne. Em jî bizanibin ku rewşa Rêberê me çawa ye. Em tu agahî jê nagirin. Weke jinên Êzidî ji bo Rêbertî çi bikeve ser milê me em e pêk bînin.  Em ê ji bo Rêberê xwe her tiştî pêk binîn. Dewleta tirk naxwaze gelê bindest azad bibe û Rêbertî di nav gelê xwe de bijî. Bila dijmin baş bizanibe ku em ê her tim bi fikir û rastiya Rêbere xwe têkoşîn bikin û serkeftî bin. Hêviya min ew e ku zûtirîn wext bi Rêbertî re hevdîtin pêk were û malbat an jî parezêr biçin gel Rêbertî."
 
'Em ê bi ser bikevin'
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Meyan Nasir jî van gotinan bi lev kir:" Îro em ji bo Rêbere xwe dimeşin. Ev demek direj e ku bi Rêbertî re hevdîtin çênebûye. Di serî de em tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikin. Ev fikir û raman di nav gelê me de nebûya me nedikarî xwe rexistin bike û em werin van rojan. Di fermanê de ji Rêbertî nebûya me nedikarî xwe rêxistin bike. Bi rastî tecrîda li ser Rêbertî giran bûye. Em spasiya her keseke dikin ku ji bo Rêbertî rabûye ser piyan û tecrîdê qebûl nake. Rêbere me ev 21 sal in di zindanê de li berxwe dide. Ji bo gelê xwe li berxwe dide û têkoşîn dike. Ji bo we îro girtî ye. Ji bo Rêbertî çi bikeve ser milê me em ê weke jin pêk binîn. Bi taybet ji Şengalê heta Îmralîyê em ji Rêbertî re silavên xwe dişînin. Em ê bi fikrê Rêbertî bi ser kevin." 
 
Piştî meşê daxuyanî  ji aliyê Endama  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Dexil vê hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi sala ye ku sîstema desthildar a dagirker û faşîst dixwaze ku me weke gel ji Rêberê gelan ji Rêber Apo dûr bixe û me fêrî jiyaneke bê rêbertî bike. Her roj tecrîd li Îmraliyê girantir dibe û tu agahî ji rêbertî nayê girtin. Ne dihêlin ku malbat ne jî parêzer serdana li Îmralîyê bikin. Hêzên desthilatdar ên heyî ji fikra azad a ji Rêbertî ditirsin. Ji ber ku pir baş dizanin heqîqeta jiyanê di fikir û felsefa Rêber Apo de ye. Jiyaneke azad, civak û fikrekî azad, tenê  bi ideolojiyek azad azadiya jinê û civakê mîsoger dibe. 
 
Ji bo vê jî weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û ciwanên Ezidî diyar dikin ku em ê tim ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piyan bin. Di vê dema dawî de xwestin bi tevliheviya di nava Şengalê de ne tenê Şengal  di navbera Iraq û Şengalê de jî kûr bikin. Armanc ew bu ku xwestin pêşketina xweseriya demokratîk a Rêber Apo asteng bikin u rojevê ji Rêbertî dûr bixin. Hedefa yekemîn jibîrkirina fermana li ser Ezidîyan bû. Hezên desthiladar baş dizanin ku civaka ku bi fikra azad rêxistin bûye dev ji mafê xwe bernadin. Heger îro civaka Êzidî xwedî rêxistin û hêza parastinê ye ev jî bi saya Rêber Apo ye. Bi taybet jina Êzidî êdî zincîrên koletiyê şikandiye. 
 
Xwedîderketina Rêber Apo xwedîderketina jin, ciwan, civak û xwedîderketina hemû deskeftiyên Ezidiyan e. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan û civakê ye. Hemû jin û ciwanên cîhanê pewîst e rabin ser piyan û xwedî li Rêber Apo derkevin."