Endamên PYD'ê ji bo berxwedana zindanan meşiyan

  • 14:24 4 Çile 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Endamên PYD'ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de meşiyan.
 
Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) meşek li dar xistin. Meş bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana zindanan em ê kompiloyê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" bi tevlîbûna bi dehan ciwanan hat orgenîzekirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên partiya PYD'ê, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Malbatên Şehîdan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê hatin hildan. Meşê ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd rawestiya. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Kar û Barê Civakî Enwer Şêxo ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Dewleta tirk kiryarên xwe li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dewleta tirk dixwaze bi van kiryarên xwe vîna Gelê Kurd  bişkîne. Herî zêde jî kesên siyasetmedar û xwedî bandor di civakê de dike armanc. Li dijî kiryarên dewleta tirk rihê têkoşînê roj bi roj pêş dikeve. Berxwedana girtiyên di zindanan de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wê bi ser keve. Em jî li kêleka vê berxwedanê piştgiriya xwe nîşan didin. Banga me ji tevahî ciwanan re heye ku tevlî vê berxwedanê bibin, da ku em kiryarên dewleta tirk vala derbixin.”  
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan"  bi dawî bû.