Huda Kaya derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
- 13:39 4 Çile 2021
- Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, têkildarî heqaretên li dijî li wê hatibûn kirin, 7 caran gilî kiribû, lê miduriyeta polîsan ji bo van giliyên wê biryara neşopandinê da. Huda li ser vê yekê derbarê Miduriyeta Polîsan de gilî kir.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya, derbarê heqaretên li ser Facebookê ji bo wê hatin kirin de li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê 7 caran gilî kir, lê ji bo van serlêdanên Huda biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzerê Huda Bişar Abdî Alinak, piştî biryara hat dayîn, derbarê polîsên li Miduriyeta Polîsan a Enqerê dixebitin de gilî kir.
'Ji bo giliyên me jî biryara neşopandinê didin'
Parêzerê Huda Bişar Abdî Alinak, derbarê mijarê de, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Bi hezaran kes ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî tên darizandin û cezakirin. Lê Ev dirûtî ye. Qanûn ji bo her kesî derbasdarin. Kesên sûc dikin, divê derxînin pêşberî darazê û hesap jê bipirsin. Em dixwazin bi awayekî rast û dirust edalet bê bicihanîn.