Saleke Gulîstanê winda ye: Dixwazin windakirinan bikin ji rêzê

  • 11:09 4 Çile 2021
  • Rojane
DÊRSIM - Hevseroka HDP'ê ya Dêrsimê û endama Platforma Jinan a Dêrsimê Nurşat Yeşîl diyar kir ku sedema nedîtina gulîstan ew ku dixwazin windakirinên li Herêmê bikin ji rêzê. 
 
Di ser windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku li Dêrsimê hat windakirin re salek derbas bû. Li bajarê ku her daîm bi kamerayan tê şopandin, Gulîstan Doku ji 5'ê Çileya 2020'î de winda ye û agahî jê nayê  girtin.
 
Derbarê kesên ku gotin 'Gulîstan li ku ye?' de lêpirsîn hatin vekirin
 
Di pêvajoya salekê de bi israr gotin ku Gulîstanê întîhar kiriye û li gola Bendava Uzunçayirê lê geriyan. Hemû serlêdanên malbata Gulîstanê bê encam hatin hiştin, derbarê kesên ku gotin "Gulîstan li ku ye?" jî lêpirsîn hatin destpêkirin. Herwiha malbata kesê ji windakirina Gulistanê berpirsiyar Zaynal Abakarov jî hat parastin. Derbarê xuşka Gulîstanê Aygul Doku de jî doz hat vekirin û cezayê pere hat birîn. 
 
Jinên ku ji bo dîtina Gulistanê têkoşînê didin, di serî de li Dersimê ji bo çalakiyên ku wê di 5'ê mehê de li gelek bajaran bikin banga piştevaniyê kirin. 
 
'Rastî cuda ne'
 
Endama Platforma Jinan a Dêrsimê û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) a Dêrsimê Nurşant Yeşîl, diyar kir ku bi israr ev salek e tê îdakirin ku Gulîstanê Întîhar kiriye, lê rastî gelek cuda ye. Nurşanê bal kişand ser kesê ku gumanbarê windakirina Gulîstanê Zaynal Abarakov ku zirbavê wî polîs e û got ku ev rewş jî bi wan re gûmana ku delîl hatine rewşkirin çêkiriye.
 
'Windakirinê dikin ji rêzê'
 
Nurşatê got ku dixwazin windakirinên li herêmê bikin ji rêzê û got, "Di ser windakrina Gulîstanê re salek derbas bû. Li bajarê ku herdaîm bi kamerayan tê şopandin, Gulîstanê ji 5'ê Çileya 2020'î ve winda ye. Di vê bi awayekî din lli bûyerê bê nêrtin. Heta ku Gulîstan bê dîtin wê lêgerîna me bidome."
 
Ji bo 5'ê Çileyê bang
 
Nurşatê herî dawî got ku ew ê ji bo Gulîstanê bê dîtin sibe li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin û banga piştevaniyê kir.  
 
Dîroka çalakiyan wiha ye:
 
*Qada Seiyît Riza a Dersimê -20.00
 
*Edene Parka Heykellî -18.00
 
*Îzmîr Alsancak ber Halkbankê-17.30
 
*Stenbol Kadikoyê ber Operaya Sureyya -18.00
 
*AMED, Ofîs-12.30
 
*Semsur avahiya KESK'ê-13.00
 
*Bursa Qda Fomara-18.00
 
*Antalya, ber Peykela Attalos -12.00