Li Şengalê Cejna Batîzmê hat pîrozkirin

  • 09:08 4 Çile 2021
  • Rojane
Nesrin Hisên-Viyan Said
 
ŞENGAL - Şêniyên şengalê ku xwedî çand û kevneşopiyeke dewlemendin li gel hemû gengêşiyan Cejna Batîzmê pîroz kirin. Jinên Şengalî diyar kirin ku ew ji bo çanda xwe biparêzin hemû cejnan pîroz dikin. 
 
Civaka êzidî xwedî çand û dîrokek kevnar e. Rexmê êş û fermanên bi salan jî çanda xwe parastine.  Bê gûman şêweyek yê vê parastinê jî girêdana bi çanda xwe re ye. Bi cejin û pîrozbahiyan tevahî civaka xwe li dora xwe kom kirine. Ev hem di rojên cejin hem jî rojên şînê de bi heman şêweyî derbas dibe. komunaltiya heyî heta roja îro bi awayekî herî bedew ev civak derxistiye lutkeyê civakê.
 
Di derbarê wate û girîngiya vê cejnê de Hezar Gebao wiha nirxandin kir: “Em îro li vir amade bûne. Ji bo ku vê cejnê piroz bikin. Em destpêlê diçin ji bo xewra ziyaretê dibînin û tuberka xwe tinin li ser xewra datinin, em mirovên hev in, niha min zarokê xwe anîya ji bo ku nexweşîyên wî çareser bibin. Dema em bi xwe ji bo xwe daxaz dikin ku xweda ji me re qebûl bike.ez weke dayik ji bo xwe û zariên xwe hertim dûa dikim ku bi selamet bin. Ez vê cejênê li tevahî êzidiyan û li hemû kesên xêrxwaz pîroz dikim." 
 
'Em ji bo çanda xwe biparêzin cejnên xwe pîroz dikin'
 
Amira Şemo jî bi heman şêweyî di derbarê vê cejênê de axivî û got: “Em weke eşîra çêlkan her sal van kevneşopiyên xwe û edetên xwe berdewam dikin. ji bo çanda me neyê jibîrkirin em vê cejênê pîroz dikin. Di vê cejnê de em 2 rojan rojiyê digirin ya sêyemîn bi dawî dibe û her wisa şevberatk tê  girtin roja dawi pariyê xwe çêdikin ev cejin 7 roj in di van 7 rojan de em sewka çêdikin, her kes tê malên me em yek bi yek mêhvanên xwe pêşwazî dikin.  Xarina ku tê çêkirin tê pêşkêşkirin. Her wiha dezikên sor û sipî yên batizmê ji aliyê dayikên temen mezin ve ji kesên ku dixazin re tê çêkirin û bi destê wan ve dikin duayan ji wan re dikin. cardin ger kesên nexweş hebin Pîrê Alî ji wan re dua dike ji bok û baş bibin. Em vê cejênê li tevahî êzidî û mirovên Qenc pîroz dikin."
 
Ev cejn ji bo me girîng e'
 
Huliya Alo jî weha axivî û got: " Ev cejin ji bo me êzidîyan gelek girîng e. Em di vê cejnê de Sewkên xwe çêdikin 2 rojan rojiyê digirin her wiha 2 şevberatkin ev rojî li ser eşîra çêlkan û her kesê ku bixaze ferze sibê roja dawiye taştiya Şêşims tê amadekirin û her kes tê bi hev re dixwin. Em vê cejnê li eşîra Çêlkan û tevahî êzidiyan pîroz dikin."
 
'Bi hêviya şengaleke xweser em cejnê pîroz dikin'
 
Endama TAJÊ, Amşê Reşo jî wiha ev cejin piroz kir: “Em jin vê cenjê li hemû sazî û dezgehên xwe Asayiş, YBŞ û YJŞ’a xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne kU ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo em weke şêniyên Şengalê yên êzidî vê cejnê her pîroz dikin. Bi hêviya cejnên  me yên ji vir şûnde bi xweşî û azadiyê di Şengalek xweser de werin pîrozkirin."