'Divê berxwedana li zinadan li derve jî hebe'

  • 09:07 4 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Bahar Karakaş, di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" ku dabûn destpêkirin de diyar kir ku ew ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe têkoşînê mezin bikin û got, "Têkoşîna li zindanan hatiye destpêkirin divê li derve jî bê kirin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15'ê Îlona 2020'î de, li dijî tecrîd, êrîşên li ser zimanê dayikê, destdirêjî û tecawizê, qirkirina siyasî û li dijî êrîşên li hemberî baweriyan kampanya "Em xwe diparêzin" dabû destpêkirin. TJA'yê ku 4 mehên kampanyayê li dû xwe hişt, diyar kir ku ew ê kampanya xwe di 2021'ê de jî bidomînin. TJA'yê diyar kir ku di pêvajoya nûh ya kampanyayê de ew ê giraniyê bidin ser tecrîda girankirî li Îmraliyê ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
'Em ê di çalakiya de bin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Bahar Karakaş, diyar kir ku ew di 4 mehên kampanya xwe de kolan bi kolan, tax bi tax geriyane û bi jinan re hatine gel hev. Baharê got ku pergal bi her awayî polîtîkayên dejenerebûnê li ser jiyanê dide meşandin û wiha berdewam kir, "Em dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku mekanîzmayek me biparêze tune bû me dest bi kampanyayê kir. Em hêza xwe ji xwe digirin. Yek ji sernavên kampanya me jî têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Di dema ku me kampanya xwe rêve dibir de li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di dîroka tirkiyeyê de berxwedana li zindanan kevneşopiyeke e. Em ê ji dî vê pêvajoyê de ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li zindanan em çalakiyên cûr bi cûr pêk bînin. Em ê çalakiyên xwe hem li qadan û hem jî li ser medya civakî pêk bînin."
 
'Siyaset û tecrîd bi hev re tê meşandin'
 
Baharê got ku berxwedana li zindanan divê li derve jî bê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ji bo ku çalakiya li zindanan erênî bi encam bibe  divê em ji derve de bibin dengê girtiyan. Ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin divê berxwedan bê mezinkirin. Start dîsa ji zindanan hat. Xwezî me ji derve de bi qasî têrê dike têkoşîn bida û li zindanan greva birçîbûnê nehata destpêkirin. Tişta dikeve ser milê TJA'yê ew e ku piştevaniyeke xurt ava bike û di çarçoveya kampanya ku me daye destpêkirin de em ê li dijî tecrî dê têbikoşin. Siyaseta li Tiriye û tecrîda li Îmraliyê bi hev re tê meşandin. Çiqas û tecrîd giran be hewaya siyasetê jî ewqas giran e."
 
'Tişta herî baş ku civak bike xwedîderketina li têkoşînê ye'
 
Baharê got ku pirsgirêkên civakê yên cidî hene, civak êdî bêdeng namîne û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Tişta herî baş ku civak di vê serdemê de bike ew e ku li berxwedana zindanan xwedî derê.  Çiqas ku berxwedan mezin bibe wê dewlet jî bikeve zoarê û çareseriyê pêk bîne. Em di vî warî de bi caran bi ser ketin. Em dikarin dîsa bi ser kevin .Tecrîdeke 20 sal e didome heye. Lê êdî berxwedaneke demdirêj jî heye. Di berxwedana beriya vê ya di pêşengiya Leyla Guven de encamên neyînî derketin holê û 9 kesî çalakiya fedayî pêk anî . Gelê me ji bo careke din ev ecam pêk neyên divê li berxwedanê xwedî derên.  Divê em xwedî li berxwedanê derkevin. Ger ku dewlet çareseriyekê pêk bîne wê gelê li tirkiyeyê bêhneke rehet bigirin .Bi hêviya ku sala 2021'ê bibe sala aştiyê û çareseriyê bi xwe re bîne."