'Em ê zû an jî dereng xwe bigihînin xuşka xwe'

  • 09:04 4 Çile 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak 
 
DÊRSIM - Seroka Giştî ya Bazkên Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka, diyar kir ku ev saleke nedîtina Gulîstan Doku "ji dervî aqila ye" û got, "Em ê zû an jî dereng xwe bigihînin xuşka xwe."
 
Ji 5'!ê Çileya 2020'î de ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya beşa Pêşketina Zarokan agahî nayê girtin. Herçend ku ji windabûna Gulîstanê Zaînal Abarakov û zirbavê wî yê polîs  Engîn Y. berpirsiyar bên dîtin jî derbarê wan de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.  Tê îdakirin ku Zaînal Abarakov yê ji windabûna Gulistanê Gûmanbar ku derbarê wî de tu lêpirsîn nehat destpêkirin derketiye dervê welêt. Li zirbavê Zaînal Abarakov yê polîs ji ber ku erka xwe xirab bi kar aniye, doz hat vekrin û di çarçoveya vê dozê de ji kar hat dûrxisitn.  
 
Jin jê ji roja ku Gulistanê winda bûye û şûnde li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê li her derê di serî de bi pirsa "Gulîstan Doku li ku ye?" ji 2020'î de pirsa hemû jinên ku hatin qetilkirin û windakirin dikin. Jinên ku hem li qadan û hem jî li ser medya civakî eqûbeta Gulîstanê dipirsin.
 
Seroka Giştî ya Bazkên Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka derbarê Gulîstan Doku a ku hat windakirin de nirxandin kir.
 
Buyera Gulistanê 'durî aqila ye'
 
Aylînê got ku windakirina Gulistan Doku nayê qebûlkirin û nedîtina wê ku salek di ser re derbas bû "durî aqila ye". Aylînê axaftina xwe wiha berdewam kir, "Ev saleke ku li xuşka me tê gerîn  û nayê dîtin. Çawa salekê keseke winda nayê dîtin .Ev rewşeke ku nayê qebûlkirin e."
 
'Tu kes ji me bi qasî me hemûyan ne bi hêz e'
 
Aylînê got ku ew ê pirsa xwe ya "Gulîstan Doku li ku ye" berdewam bikin, bi bûyera Gulîstanê re girîngiya piştevaniya jinê careke din aşkere bû. Lê li Tirkiyeyê gelek xuşkên me ji vê bûyerê bê xeber in, hîna tundî li wan tê kirin û tên qetilkriin. Ji ber wê em dibêjin ku mijangeke xuşeke me jî nekeve erdê, em ê piştgiriyê bidin hev û bi hev re bin. Ji ber ku tu kes ji me bi qasî me hûmûyan ne bi hêz e." 
 
'Em ê bi hesap pirsînê xuşka xwe bibînin'
 
Aylînê got ku îqtîdar ji hêza jinan ditirse û wiha dawî li gotina xwe anî, "Muxalefta herî mezin a li Tirkiyeyê jin dikin. Dema ku jin bên gel hev tu tiştekî ku nikaribin bikin tune ye. Em ê bi vê helwestê bên gel hev û bi hesap pirsînê xuşka xwe Gulistanê bibînin."