Guler Tunç: Li dijî êrîşan yekitiya netweyî divê

  • 09:02 4 Çile 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç, li ser aloziya di navbera kurdan li Herêma Federal a Kurdistanê de nirxandin kir û anî ziman ku ji bo êrîş bên sekinandin pêwîste yekitiya neteweyî bê avakirin û wiha berdewam kir: Di çar aliyan de jî li dijî me êrîş tên kirin û Mesût Barzanî jî vê baş dizane. Lê belê li hember van êrîşan divê em bibin yek û van êrîşan vala derbixin.”
 
Dewleta Tirk tevî komên paramîlîter dixwaze Eyn Îsayê bi dest bixe û bi vê, têkiliya Herêma Cizîrê bi Kobanî û Minbicê re qut bike û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike du parçe. Her wiha armanc ji êrişên li dijî Herêma Federal Kurdistanê jî ew e ku dor li rêveberiya xweser bê girtin. Tirkiye tevî komên paramîlîter piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, vê carê jî êrişê dibe ser Eyn Îsayê.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Cizîrê Guler Tunç, rewşa Herema Federal a Kurdistanê nirxand û anî ziman ku ji bo êrîş bên sekinandin pêwîste yekitiya neteweyî bê avakirin.
 
‘Dewlet krîza ku tê jiyîn dixwaze kûrtir bike’
 
Guler, bi lêv kir ku li dijî Başûrê Kurdistanê dewleta tirk qadên jiyanê hedef digire û got: “Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze kurdan ji hev parçe bike û di nava kurdan de şer bide destpêkirin. Divê ev pevçûn bên bidawîkirin û yekitiya neteweyî bê avakirin. Dewleta tirk dixwaze krîza heyî ya li herêmê kurtir bike. Ji ber vê yekê di navbera herdû aliyan de kesên ku dîplomasiyê rêve dibin hedef tên girtin. Mesut Barzanî jî dizane ku divê gelê kurd bibe yek. Li şûna ku ji bo vê yekê gav bavêje, dibe sedema krîzê û kurtir dike. Dewlet jî ji vê yekê agahdare û ji ber vê yekê zêdetir êrîş dike. Ji ber ku desthilatdariya tirk jî dît li çar parçeyên Kurdistanê nikare vîna kurdan teslîm bigire. Çawa ku nikarin kurdan û HDP’ê bi komkûjiyan xilas bikin, ew ê nikaribin bi operasyonan jî vîna kurdan têk bibin.”
 
‘Gelê kurd bi salan e têkoşînê dide’
 
Gulerê, destnîşan kir ku dixwazin kurdan bi kurdan bidin kûştin û wiha domand: “Kurd ji bo dawî li tevliheviya navxweyî bînin têkoşînê didin. Lê serdest ji bo ku komkujiyan pêk bînin  serî li her rêyê didin. Ji Komkûjiya Zîlan bigirin heta komkûjiya ku di jêrzemînên Cizîrê de hat kirin kurd di komkujiyan re tên derbaskirin. Li gel van êrîşên li ser me tên di êrîşên navxweyî ku bên kirin de dê tu kes bi ser nekeve. Mesût Barzanî jî di zane ku Gelê Kurd bi vîna xwe  xwedî li ax û nasnameya xwe derdikeve. Ji ber wê divê ew jî di vê çarçoveyê de tevbigere.”
 
‘Divê gelê kurd bibe yek’
 
Gulerê bal kişand ser aloziya di navber kurdan de û got: “Ger ku ev alozî kûr bibe dê ne Mesût Barzanî û ne jî tu kesên din nikaribe hesabê vê bidin.Tişta pêwist yekitî ye. Kurdistan her çiqas kiribin çar parçe jî divê Gelê Kurd bibe yek.  Ji bo em vê yekitiyê ava bikin divê em li çar parçeyên Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Niha hem partiyên siyasî û hem jî rêxistinên civaka  sivîl ji bo yekitiya neteweyî bang dikin. Lê belê Mesût Barzanî qebûl nake.”
 
Guler, dawiya axaftina xwe de got îktîdar û dewlet naxwaze Gelê Kurd bibe yek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Mesût Barzanî xwe nexapîne û ji bo aloziya heyî bi dawî bibe bikev nav hewldanan. Ji ber ku êrîşî Başûr jê tê kirin.  Mesût Barzanî divê vîna gel esas bigire. Bi mîlyonan kurd banga yekitiya neteweyî dikin. Lê belê malbata Barzanî li dijî vê yekê dertê. Şer ji bo kurdan tu encamê nede. Di çar aliyan de jî li dijî me êrîş tên kirin. Lê belê li hember van êrîşan divê em bibin yek û van êrîşan vala derbixin.”