Li Herêma Firatê Malbatên şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 13:50 3 Çile 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo azadiya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di zîndanên tirkiye û bakurê Kurdistanê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
 
Bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye, êdî bese ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo", Meclîsa Malbatên şehîdan bi armanca azadiya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û piştgiriya bi girtiyên di zîndanên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de ku 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kriine, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
 
Konê çalakiyê li qada şehîd Egîd hat vedan û bi alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û TEV-DEM, wêneyên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan, siyasetmedar Leyla Guven û pankartên bi nivîsa "Berxwedanî û cenga Heftenînê silav dikin, xeta îxanetê û êrîşa dewleta tirk a faşîst şermezar dikin", "Kes nikare roja me tarî bike", "Berxwedana jinê faşîzma Erdogan têk bir" hat xemilandin. Çalakiya hat destpêkirin dê  heft rojan bidome û di her rojekê de wê sazî, rêxistin, tevger û partiyên cuda serdana kon bikin. Di roja yekemîn a çalakiyê de Kongreya Star a Kantona Kobanê û navçeyên wê serdana kon kirin. 
 
Bêerî ku çalakî dest pê bike ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin, piştre li ser navê komê  Endamê Meclîsa Malbatên şehîdan Arif Balî axivî û got: "Em rêhevalên xwe yên ku di encama greva birçîbûnê de di zîndanên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan Aytan, Zehra, Mediya, Zulkûf bi bîr tînin. Em  berxwedana greva birçîbûnê ku niha di zîndanên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de berdewam dike silav dikin. Em îro ji Kobanê weke dayîk û bav, hevjîn û zarokên şehîdan bi riya vê çalakiyê piştgiriya xwe ji bo girtiyên zîndanan û azadiya Rêber Apo nîşan didin. Em ê bi hevalên xwe re bibin alîkar  ku helwesta me bighêje raya giştî û dawî li desthilatdariya dewleta tirk were."
 
Her wiha Endama Koordînasyona Kongreya Star Rewşen Hacim jî axivî û ev tişt got: "Tecrîda li ser rêberê mirovahiyê Rêber Apo didome. Li rex vê yekê binpêkirina mafên mirovan di zîndananên dewleta tirk de gihîştiye asta herî bilind. Dewleta tirk bi van kiryaran dixwaze Gelê Kurd qir bike, lê berovajî felsefeya rêbertî di nava Gelê Kurd e tê pêk anîn û di tevahî cîhanê de jî belav bûye. Di roja îro de em dibînin ku komplo bi awayekî din didome, di çarçoveya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dixwazin pirojeya Rêber Apo têk bibin. Her wiha ew di kesayeta Leyla Guven de dixwazin vîna jina azad bişkînin. Lê bila ew bizanbin ku wê tu caran armanca wan pêk neyê ji ber ku em hemû di dibistana Rêber Apo re derbas bûne."
 
Hêjaye gotinê dê piştî Kongreya Star di danê êvarê de Partiyên siyasî serdana kon bikin.