Şêniyên Nisêbînê: Şaredarî ji daxwazên me re guhê xwe digire

  • 10:43 3 Çile 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li taxa 25'ê Mayisê ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê boriyên avê yên ku teqiyane dibin sedema xaniyên taxê bimînin di nava avê de.  Şêniyên taxê diyar kirin ku rexmê bi dehan caran giliyê xwe û daxwazaname ji şaredariyê re  ragihandine jî pirgirêk hatiye piştguhkirin û nehatiye çareserkirin. 
 
Li taxa 25’ê Mayisê ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê boriyên avê ên ku teqiyane dibin sedema avahî bimînin di nava avê de. Ji ber kolanên taxê pir tengin hemû avahiyî jê bi bandor dibin. Rexmê bi dehan caran gilî û daxwazname ji şaredariyê re hatine şandin jî encam ne hatiye bi destxistin. Şêniyên Nisêbînê ji ber ku şaredarî karê xwe nake bertek nîşan dan û gotin pêwîste me ji vê mexduriyê rizgar bikin.
 
‘Meheke şaredarî me mijul dike’
 
Salîhe Demîr derbarê teqîna boriyê de pirsgirêkên ku dijîn wiha parve kir: “Em bi dehan mal ji vê yeke bandor dibin. Boriya ku teqiyaye hemû tê bin malên me. Ceryan li tevahiya hundir belav bûye, dema ku em destên xwe didin derî ceryan me digire û em nikarin bikevin hundir û derbikevin. Zarokên me di metirsiyê de ne.  Em ji rewşa wan bi gûman in. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê meheke em li benda şaredariyê ne lê çareser nakin û me mijul dikin. Em bang li şaredariyê dikin ku erka xwe bi cih bîne.”
 
‘Şaredarî li ku ye çi dike?’
 
Perîxan Altung jî ku yek ji wan mexduran e û xaniyê wê dimîne di bin avê de wiha berteka xwe nîşan da: “Ger hun şaredariyê rêvedibin wê demê bi pirsgirêkên welatiyan re mijul bibin. Karê xwe bikin. Em her roj gazinan dikin. Gelo hun li kuderê ne? Di çileyê zivistanê de hun me mexdur dikin. Avahiya min a ku ji axê hatiye çêkirin hildiweşe. Deriyên me hemû hesinin û ji ber vê avê ceyran digire. Em nikarin êdî deriyên xwe vekin ne ji derkevin ber derî. Di nava rojekî de me 3 caran telefonî wan kir lê bersivek erênî nedan me. Dibêjin em ê werin û bi wê gotinê me mijul dikin. Ev mehek derbas bû lê em di heman rewşê de ne.”
 
Zemre ji herî dawî deriyên ku ceyran derbas kirine nîşanî me dike û mexduryeta xwe tîne ziman. Zemre wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji rwşa zarokên xwe bi guman in. Pêwîst e ku şaredarî karê xwe bike û me mexdur nehêle. Bi şev av hîn bêhtir tê. Dest ji hertiştî berde ev ava vala bi erdê de jî diçe.”