‘Bi hedef girtina jinan dixwazin berxwedana gelan bişkînin’

  • 09:05 3 Çile 2021
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Rêvebera Kongreya Star a Herêma Efrînê Wehîda Xelîl bal kişand ser êrişên li hemberî jinê û got: "Bi hedef girtina jinan dixwazin vîn û berxwedana gelan bişkînin."
 
Her roj êrîş, tecawîz û qetîlkirin ji aliyê sîstemên serwer ve li hemberî jinan tên kirin. Li dijî van êrîşan jinan bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî bindestiyê serî rakirin. Dewleta tirk bi hedefgirtina jinan dixwaze vîn û îradeya gelan ji holê rake. Bi girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven xwestin berxwedana jinan bişkînin. Têkildarî vê mijarê Rêvebera Kongreya Star a Herêma Efrînê Wehîda Xelîl nêrînê xwe bi me re parvekir. 
 
'Bi saya fikirê Rêbe rApo jin rabûn ser piya'
 
Wehîda bal kişand ser sedemên dûrketina jin ji cewherê wê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Jin wekhevî û edaletê nava civakê de dimeşîne, ji bo wê dibe armanca êrîşên desthilatdaran. Li gelek deveran jin ji cewhera xwe dûrketibû û ketibû bin serweriya desthiladaran. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jinan hebûn û misyona xwe di aliyê jiyanî de derxist holê. Loma îro bûye armanca van êrîşan. Li hemû deverên ku jin têde îradeya xwe pêş dixe û li dijî zîhniyet û sîstemên hegomonîk derdikevin bi îşkence, komkujî û binçavkirinê re rûbirû tên. Dixwazin bi jinê îrade û vîna civakê bidin şikandin. Armanca dewleta tirk a dagirker bi serkêşiya Erdogan ew e ku rola jin lawaz bike û îradeya wê tune bike. Ji ber ku serhildana jinan ne li gorî bercewendiyên wî ne."
 
'Bi girtina Leyla Guven hewil didin îradeya jinan bişkînin'
 
Wehîda hedefgirtina jinên berxwedêr û tekoşer ji aliyê dewleta tirk ve bi bîr xist û wiha pê da çû: "Dewleta tirk bi hedefgirtina siyasetmedar Hevrîn Xelef jina ku li dijî sîstema desthilatdaran serî hilda û ew sîstem qebûl nekir xwestin îradeya jinan biçewsîne. Her wiha biryara dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven metirsiya dewleta tirk ji jina zane û bi rêxistinkirî re nîşan dide. Bi girtina Leyla Guven dixwazin êrîşî projeya Netewa Demokratîk bikin. Berxwedan û têkoşîna Leyla Guven li cîhanê deng veda. Leyla bû sembola berxwedanê ji tevahî jinên cîhanê re."
 
'Em ê berxwedan û tekoşînê bilnd bikin'
 
Wehîda di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze berxwedana gelan vala derxe û wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk armanca wê ya sereke ew bû ku berxwedana gelan biçewsîne. Berxwedan û tekoşîna girtiyên me yên siyasî û di serî de berxwedana Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de vala derbixin. Bêdengiyên saziyên parastian Mafê Mirovan tê wateya hevkariya dewleta tirk dikin. Banga me li tevahî jinan ku xeta berxwedan û tekoşînê blind bikin û li dijî desthilatdaran serî hildin."