Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 16'an de didome

  • 14:07 2 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan hatî destpêkirin bi dewr girtina koma 8’emîn di roja 16'an de didome. 
 
Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyên siyasî li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18'ê kanûnê de greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva li Mexmûrê bi koma 8’emîn di roja 16'an de didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê rojane ji aliyê şêniyên Mexmûrê ve tên ziyaret kirin. Her wiha rojane saziya tendirustiyê, bi çalakvanan re eleqedar dibe û tendirustiya wan dişopîne.
 
Çalakvan Viyan Serxwebûn derbarê çalakiyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez wek jinek ciwan min xwest ez erkê ku dikeve ser milê min pêk bînim û tevlî çalakiyê bibim. Çalakiyên ku em pêk tînin ne tenê ji bo hevdîtinekî bi Rêber Apo re ye, armanca me ew e ku di sala nû de em rêberê xwe azad bikin. Em ê bi çalakiyên xwe sala nû bikin sala azadiya Rêber Apo û tevahiya Gelê Kurd."
 
Çalakvan Cemîle Kurkmaz jî destpêkê sala nû li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li tevahiya Gelê Kurd pîroz kir û got:  "Armanca çalakiya me şikandina tecrîda li ser rêbertiya me ye. Pêwiste em bi rihê berxwedana zîndanan xebatan bikin û çalakiyên xwe berdewam bikin. Sala nû bikin sala azadiya Rêber Apo."
 
Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 8’emîn berdewam dike.