Ji sê rêhevalên berxwedêr: Fatma Uyar

  • 09:04 2 Çile 2021
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakize Nayir li ser axa Botanê li hemberî zilmê têkoşînek mezin dan. Dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar, da zanîn ku keça wê her tim li pêy heqîqetê bû û got: "Em tu carî vê hovitiyê ji bir nakin. Heta îro jî sûcdar nehatin cezakirin. Lê divê bê zanin ku em ê her tim li pêy doza wan bin." 
 
Sê siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Sîlopiyayê hatin qetilkirin, 4 sal li ser bûyerê re derbas bû. Her sê rêhevalên hev bi berxwedana xwe bûn mînak. Yek jî wan Fatma Uyar e. Fatma di 28'ê tebaxa 1988'an li gundê Duhokê ya li ber pêşa Çiyayê Gabarê hatiye dinê. Piştî Fatma tê dinê malbata koçberê Şirnexê dibin. Di sala 2000'î de Fatma tevlî xebatan dibe. Di despêkê de di nava xebatên ciwanan de cih digire. Fatma ji ber xebatên xwe tê girtin û 5 salan li girtîgehê dimîne. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve berê xwe dide Botanê û di nava xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Silopiyayê de dest bi xebatan dike.
 
4 sal derbas bû
 
Di 4'ê çileya 2016'an de li Silopiya dengê tang û topan bilind dibû. Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakize Nayir jî li ser axa Botanê li hemberî zilmê serî rakiribûn. Berxwedan û têkoşîna 3 sê jinan li gel 4 sal derbas bûn jî hêj tê vegotin. Dayika Fatmayê Hatîce Uyar û hevala wê ya endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Meclîsa Giştî ya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Asuman Kulter behsa Fatmayê ji me re kirin. Taybetmendî, têkoşîn, biryarbûn û berxwedana Fatmayê anîn ziman. 
 
Di temenê biçûk de di nav xebatan de cih girt
 
Hatîce, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana keça xwe û got: "Keça min heta pola 5’an xwendiye û piştre dev ji xwendina dibistanê berda. Min tu carî zarokatiya keça xwe nedît. Ji ber ku Fatma ji 11 saliya xwe de berê xwe da partiyê. Ji ber ku zarok bû min digot ew nikare xebatan bimeşîne. Keça min dihat digot ‘ez ê biçim partiyê tevlî xebata bibim.’ Min jî jê re got biryara te ye û ew çû partiyê. Di temenê xwe yê biçûk de berê xwe da nav xebatan. Zarokek biçûk bû lê gelek zana bû. Dema ez diçûn partiyê û min axaftina keça xwe guhdar dikir gelek kêfa min dihat. Piştre berê xwe da navçe û bajarên din. Rojekî bi ser mala me de girtin. Keça min wê demê ne li malê bû. Piştre keça min binçav kirin û girtin. Ew birin Girtîgeha Mêrdînê. Dema bavê wê jî girtin keça min piştre sirgûnê Girtîgeha Sêrtê hat kirin. Tevahî 5 salan di girtîgehê de ma û hat berdan. Nêzî salekê malê ma. Piştre çû Serhedê xebat meşand. Li Agiriyê xebat meşand. Rojekê min geriyan û gotin Fatma li ku derê ye. Min got ez nizanin û ji min re gotin binçavan de ye. Piştî binçavkirinê keça min berdan.”
 
‘Her tim girêdayê doza xwe bû"
 
Hatîce, destnîşan kir ku dema qedexeyên derketina kolanan hat îlankirin Fatma berê xwe da Silopiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema qedexeyan de Fatma vegeriya Sîlopiyê. Me got tu çima hatiye? Wê jî got ‘Ez dixwazim di vê pêvajoyê li cem gelê xwe bim.’ Bi evînek mezin têkoşîn meşand. Fatma girêdayê vîn û doza xwe bû. Fatmayê her tim digot ‘Ev doz li min şêrîne. Her tiştê min diçe jî bila biçe. Lê ez girêdayî vê dozê me.’ Fatmayê tu carî ji bo kêfa xwe tevnedigeriya. Tim jiyanek wê ya disîplîn hebû. Fatma û du hevalên wê ji bo vê dozê canê xwe feda kirin. Ew her tim li ser şopa doza xwe bûn. Têkiliya Fatma û hevalên wê gelek başbû. Ji hevalên xwe re fedekar bû. Çi tişt ji destên wê bihata ji bo gel û hevalên xwe dikir.”
 
Gotina herî dawî ya Fatmayê 'Heqê xwe li min helal bike'
 
Hatîce, da zanîn ku Fatma û du hevalên wê di dema qedexeyan de bi awayek hovane hatine qetilkirin û wiha domand: “Wê demê li Cizîr, Silopî, Hezex û Şirnexê hemû cihan şer hebû. Fatma jî wê demê berê xwe da Silopiyê û çû cem Pakîze û Sêvê. Tu ferqa Fatma û yên dinê tune ye. Kesên ku di vê rêyê de jiyana xwe destdane hemû zarokên me ne. Şevekî dora saet 22.00’an de li min geriyah û ji min re got ‘heqê xwe li min helal bike’ Dema wisa got min dengê xwe nekir û tenê min bêden bêdeng rondîkên xwe barand. Serê sibehê dîsa min geriya û dîsa ji min re got ‘heta sê roja ger ez saxbim ez ê te bigerim. Ger ez te negeriya bizanibe ez ne saxim.’ Hema wê şêvê ew sê jin şehîd ketin. Me cenazeyên wan li Şirnexê defin kir. Dema min cenazeyê keça xwe dît wekî ku raketiye.” 
 
‘Em ê şopdarê doza wan bin' 
 
Hatîce, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ser kuştina wan de ev qas sal derbas bûye tu kiryar nehatine cezakirin. Zarokên me di rêya heqîqetê de şehîd ketin. Zarokên me ne li ser rêya xirap bûn. Heta ku em hebin em ê li ser vê şopa wan bin. Heta kiryar neyên ceza kirin em ê nesekinin. Rojekî kiryar nehatin binçavkirin û girtin. Dosyeyên zarokên me hatin girtin. Em vê bêedelatiyê qebûl nakin. Em ê tim li pêy vê dozê bin. Em ê tu carî vê hovîtiyê ji bîr nekin.”
 
‘Fatma ji me re bû mînak' 
 
Asuman jî destnîşan kir 5 meh beriya îlankirina qedexeya kolanan Fatmayê naskiriye û bi hev re xebitîne. Asuman, da zanîn ku Fatma xwedî kesayetiyekî xurt û bi hêz bû û wiha axivî: “Fatma her tim morelê dida civak û hevalên xwe yên xebatkar. Hevalekê bi disîplîn bû. Fatma her tim bi lez û bez xebat dida meşandin. Fatma bi berxwedan û têkoşîna xwe bawerî dida jinê. Fatma her tim xwedî ked û nirxê xwe derdiket. Heval Fatma ji me re bû mînaka berxwedanê."
 
‘Me soz da 3 hevalên xwe...'
 
Asuman, di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina sê jinan û wiha got: “Em ji ber berxwedan û keda wan xurt dibin. Îro wan li pêy xwe mîrateyek hîştin û divê em jin jî xwedî li vê mîrateyê derkevin. Dema me bihîst ku sê jin hatine qetilkirin em gelek xemgîn bûn. Em gelek qehirîn. Me soz da Fatma û du hevalên dinê ku têkoşîna wan li erdê nahêlin. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Li Parîsê sê jin hatin qetilkirin û piştre jî sê jinên Silopiyê hatin qetilkirin. Dema mirov lê dinêre ew 6 jinên siyasetmedar û têkoşer in. Ji ber vê yekê dewlet bi zanebûn wan hedef girt û qetil kir. Dewlet tim li dijî jinê lîstokan dilîze. Ji ber ku jinê ditirse êrîş dike. Lê li hember êrîşan jin jî bersiv û hêze. Ji ber vê yekê jinê taybetî hedef digire. Dema mirov îro jî lê dinêre jin hîn jî hedef hatine girtin. Em ê heta dawiyê li ser şopa Fatma û du hevalên dinê bin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin.”