‘Têkoşîna girtiyan têkoşîna Gelê Kurd e’

  • 09:02 2 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de ye. Her roja ku derbas dibe tirs û fikara malbatan zêde dibe. Kurê Sevgî Kaya girtiye û Sevgî bang li civakê dike û dibêje: "Zarokên me di girtîgehan de ji bo me di grevê de ne. Em ê çawa di cihê xwe de rehet bisekinin, çawa bi dilek rihet xwarin bixwin. Kesên ku dibêjin ez kurd im bila xwedî li nirxê xwe derdikeve." 
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan a li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê di 27'ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger hat destpêkirin berdewam dike. Îro 37'emîn roja çalakiyê ye. Ji bo xwedî derketina çalakiya grevê û ku daxwazên girtiyan bê qebûl kirin ji her aliyê bangevazî tê kirin. Bi taybetî jî malbatên girtiyan ji bo rewşa girtiyan bi fikar in û banga hestiyariyê û piştevaniyê dikin. Azîz Kaya li Girtîgehê Tîpa D a Amedê girtiye, dayika wî Sevgî Kaya ji ajansa me re axivî. 
 
‘Xwedî derketin divê’
 
Sevgî diyar kir ku bêdengî û tirs berê tu tiştan nagire û ev tiştan anî ziman:“ Lawê min di girtigehê de ye û nexweş e. Lê yên ku di girtigehê de ne bi rastî hemû wek zarokên min in. Ji ber ku îro ew têkoşîna ne tenê têkoşînek kesekî/ê ye. Têkoşîna Gelê Kurd e. Rewşa girtîgehan her ku diçe xirab dibe. Şert û mercên girtîgehan de binpêkirin di lûtkeyek jor de ye. Ez dikarim ev tiştê jî bêjim ku di hêla parastina girtîgehan de bêdengiyek pir mezin li ser civakê heye. Şûna xwedîderketina grevên birçîbûnê bêdengî nayê qebûl kirin. Pêwist e ku tiştên ji destê me tê em bikin. Xwedî li wan û çalakiya wan derkevin. Bi taybetî jî ji bo malbatên girtiyan dibêjim, bila bêdeng nemînin tirs berê tu tiştan nagire. Jixwe mirin heye, birçavkirin û girtin û zext li ser me kurdan tu carî naqede. Da ku heta ew tecrîd neqede. Îro tecrîda li Îmraliyê tê watetay tecrîda li hemberî Gelê Kurd. Heger îro em vê tecrîdê bipêjirînin, ew ê tecrîda li ser xwe jî bipêjirînin. Her ku diçe jî ew tecrîd bi zext û dorpêçkirinê xwe li ser me zêdetir dike.”
 
‘Li girtîgehan pirsgirêk naqedin’
 
Sevgî got pirsgirêkên girtîgehan naqedin û wiha axivî: “Dema em diçin girtîgehan pirsgirêkan ji me re derdixin. Dema em diçin hevdîtinan heke hesabê wan re bê me digirin lê nehat jî me naxin hundirê. Em carek çûn saet 10’an de ji bo hevdîtinê lê me negirtin heta saet 14.00’an de em li derve di bin sermaye de sekinin.  Ev şert û merc ne rast e. Em jî mafên xwe dixwazin. Heke em kurd bin qey em mecbur in ku li girtîgehan de rastî her cûreyên êrîşan bin. Divê ew li me rewa neyê dîtin. Tu mafekê me nayê bicîh kirin, her mafên me binpê dibe. Aliyê hijyenê de girtî pir pirsgirêkan dijîn, aliyê maskeyê de jî heke ji dilê wan were didin. Ew jî maskeyan bi îmkanên xwe distînin, lê wekî din nayê dayîn. Bila yên ku dibêjin ez mafên mirovan diparêzim û rêxistinên sîvîl deng derxînin. Ev bêdengî  tiştek nebaş e.”
 
‘Xwedî li nirxên xwe derkevin' 
 
Sevgî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ev çalakî vala dernekeve û got: “Nêzî du sal berê jî di çalakiya grevên birçîbûnê de 2 law û birayê min jî têde cih girtibûn. Ew çaxê jî gelek zirarên mezin çêbû. Bi giştî girtî di hêla tenduristiyê de xesarên mezin dîtin. Yên ku çavên xwe winda kirin, gurçik û laşe wan de pirsgirêk derketibûn pêk hatibûn. Ango mimkûn e ku vî sale jî pirsgirêkên bi vî awayî derkevin. Lê dîsa jî sala par ji aliyê xwedî derketinê de ji vê salê çêtir bû.  Zarokên me di girtîgehan de ji bo me bedena xwe razandine ber mirinê, divê em jî bi qasî ku ji destê me hat hewil bidin. Ka em tevî van yekan çawa di cihê xwe de rehet bisekinin, çawa bi dilekê rihet av xwarinên xwe bixwin. Banga min taybetî ji bo malbatan e ku yên dibêjin ez kurd im û xwedî li nirxê xwe derdikevim, rabin ser piyan û xwedî li vî çalakiyê derkevin. Divê ev çalakî dernekeve valahiyê.”