‘Berxwedana Leyla Guven dîroka jina têkoşêr xemilandiye’

  • 09:01 2 Çile 2021
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê derbarê biryara girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de helwestên xwe nîşan dan û bang li mercên  hiqûqî kirin ku doza Leyla bivin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind.
 
Wekî tê zanîn dewleta tirk careke dîtir biryara girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Leyla Guven da, her wiha 22 sal û 3 meh jî ceza lê birî. Piştî biryara girtina Leyla Guven li seranserê welatên cîhanê li dijî biryara girtina Leylayê jin rabûne ser piyan û helwestên xwe li dijî van biryarên nehiqûqî nîşan dan û hê jî ev bertek berdewam dikin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Hesekê nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
 
‘Dewleta tirk ji vîna jina azad ditirse’
 
Enûd Mihemed a ji Bajarê Hesekê ye, teqez kir ku dewleta tirk ji vîna jina azad ditirse loma jinan hedef digire û wiha pê de çû: ”Hikûmeta AKP’ê siyastên qirêj li dijî gel pêk tîne. Siyasetên bêdengkirina tevahî pêkhateyan li Bakurê Kurdistanê dide meşandin. Ev siyaset bêtir li dijî jinên têkoşer têne meşandin. Kesên ku mafên xwe yên rewa dixwazin û ji bo doza demokrasiyê têdikoşin, têne girtin. Niha di zîndanên tirkiyeyê de bi sedan kesayetên pêşeng ên hatine girtin hene.  Li hember van kiryaran civaka navneteweyî bêdeng maye. Divê bê zanîn ku berxwedana Leyla Guven dîroka jina têkoşînvan xemilandiye.  Leyla Qasim, Leyla Welî, Leyla Şeylemez û îro li Amedê Leyla Guven mohra berwxedana jina azad li dîrokê xistin.” 
 
‘Kaniya têkoşînê nayê sekinandin’
 
Enûdê di axaftina xwe de da zanîn ku siyaseta hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destkedayîna dewleta tirk a ji bo DAIŞ’ê re hate meşandin û wiha domand: ”Çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin ji xwe re kirin wek hedefekê û sîyaseta xwe li ser wan meşandin. Ji ber ji hêz û vîna jinê ditirsiyan. Di êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, jina siyasetmedar Hevrîn Xelef ku armanca wê azadiya jinan û wekheviya gelan bû, hate hedefgirtin. Di heman demê de li Kobanê jina pêşeng Zehra Berkel hate hedefgirtin. Armanca hemû hewildanên dijmin şikandina berxwedan û têkoşîna jina ye. Lê bila her kes bizanibe ew nikarin kanîya me ya têkoşînê bimiciqînin. Îro bi hezaran jin hene ku ji bo azdiya jinê û gelê xwe têdikoşin.”
 
'Hevgirtina jinan dê asta berxwedanê bilindtir bike'
 
Hediya Mihemed jî bang li tevahî jinên azadîxwaz kir ku ji bo Leylayê li Dadgeha Navneteweyî ya Bilind têbikoşin û ev tişt got : ”Di vê demê de pêwistiya me bi yekîtî û hevgirtina jinan heye. Îro siyaseteke qirêj ji aliyê sîstemên desthilatdar ve li hember têkoşîn û berxwedana  jinan tê meşandin, weke biryara girtina rêheval Leyla Guven. Leyla tu sûc nekiriye, ew banga azadiya jin û yekîtiyê dike. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku doza Leyla bibin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind. Her wiha li hember faşîzma dewleta tirk jî ku vîna jinan dike hedef helwestên xwe nîşan bidin.”