‘Sala nû dê bibe sala xweseriya Şengalê'

  • 14:09 1 Çile 2021
  • Rojane
Evîn Zenda - Nesrîn Hisên  
 
ŞENGAL - Li gundê Xanesorê yê girêdayî Şengalê şahiya sersalê hat lidarxistin û jinên ku tevlî şahiyê bûn gotin: "Wekî sala borî dê îsal jî li ber xwe bidin û xwedî li asayîşa xwe derkevin." 
 
Ji hêla Meclisa Gel ya Xanesorê ya Şengalê ve duh şahiya sersalê hat lidarxistin. Şahî bi beşdarbûna komên muzîkê û şêniyên gund ve bi coşek mezin pêk hat. Şêniyên ku tevlî şahiyê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Zahîde Xelef derbarê pîrozbahiya sala nû de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me saleke bi ezmûn û tecrûbe li pey xwe hişt. Di vê salê de şehîdên me çêbûn. Planên qirêj yên li ser Şengalê ketin meriyetê. Ligel vê jî berxwedanek mezin jî pêk hat. Em weke jinên Şengalê di serî de li Rêber Apo, li tevahî gerîlayan û gelên berxwedêr pîroz dikin. Bi hêviya ev sal bibe sala aramiyê. Têkoşîna me dê di sala nû de jî bidome. Em ê bêtir bi hêz û bi rêxistin bin. Em ê bi her awayî asayişên xwe biparêzin."
 
Nesrîn Êzidî da zanîn ku salek zehmet bû û wiha axivî: "Çend salek bi zehmet bû ji salekê bi berxwedanê derbas bû. Tevahî cîhanê fermana li ser êzidiyan dît, niha dixwazin bi şeweyeke din heman tiştî dûbare bikin. Divê ji vê yekê re em bêdeng nemînin. Em dixwazin azad bijîn. Ji bo azadiya Şengalê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê li ber xwe bidin. Ev sal bibe sala xweseriya Şengalê. Em sersala Rêber Apo û gerilayan pîroz dikin."