Li Mexmûrê koma 8’emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:17 1 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan hatî destpêkirin bi dewr girtina koma 8’emîn didome. 
 
Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyên siyasî li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Îro bi merasîmekî koma 8’emîn çalakî dewr girt. 
 
Li ser navê koma 7’an Tahir Gabarî axivî û got: “Di serî de em berxwedana hevalên girtîgehê pîroz dikin. Ji bo ku em tecrîda li ser Rêber Apo rakin me dest bi çalakiya xwe kir. Em di wê di wê baweriyê de ne ku wê sala 2021'an bibe sala azadkirina Rêber Apo. Em jî serkeftinê ji hevalên xwe yên koma 8’emîn re dixwezin.”
 
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.