Jinên Şehbayê: Bi berxwedan û têkoşînê em ê tecrîdê têk bibin

  • 09:08 1 Çile 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Endam û Rêveberiyên Meclîsa Kantona Şehbayê piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên ku dest bi greva birçîbûnê kirine anîn ziman û dan zanîn ku girtiyên siyasî yên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi gireva birçîbûnê kirine wê bigihêjin armancên xwe. 
 
Di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Girêdayî mijarê Endam û Rêveberên Meclîsa Kantona Şehbayê nêrîna xwe parve kirin.
 
'Em dev ji doza xwe bernadin'
 
Cîgira Hevseroka Meclîsa Navçeya Ehrezê ya Şehabyê, Lemiya Şêxo diyar kir ku komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta vê kêliyê jî dom dike û dibêje: "Bi komployek navneteweyî Rêber Apo hate girtin û heta niha jî li Girava Îmraliyê ye. Her wiha tecrîdek girankirî ji aliyê dewleta tirk ve li ser Rêber Apo tê meşandin. Girtiyên siyasî ji bo şikandina tecrîda girankirî û li dijî binpêkirinê mafê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirin. Em wek pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya çalakiya girtiyên siyasî dikin. Rêber Apo ji bo doza gelan têkoşîn dike, ji bo wê heta ku em Rêber Apo rizgar nekin dev ji doza xwe bernadin û em ê her dem di nava çalakiyan de bin."
 
'Ji bo şikandina tecrîdê em ê di nava çalakiyan de bin'
 
Rêveberiya Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Sebah El-Nair tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tu îradeya me tunebû, lê piştî şoreşê em weke jinên ereb ji kevneşopiyên civakê xilas bûn û fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir. Niha em wek jin pêşengiya civaka xwe dikin. Girtiyên siyasî yên ku dest bi gireva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî kirine em piştgiriya wan dikin. Em wek jinên Şehbayê tu carî ranawestin û ji bo şikandina tecrîdê em ê her di nava çalakiyan de bin."
 
'Em çalakiya girtiyên siyasî silav dikin'
 
Endama Komîteya Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Emel Ismaîl girtiyên siyasî yên ku di greva birçîbûnê de ne silav kir û wiha pê de çû: "Girtiyên siyasî ji bo şikandina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin û em çalakiya wan pîroz dibînin. Niha li girtîgehan gelek zext û zehmetiyên mezin hene, lê ruxmê wê jî çalakiyek pir mezin tê kirin. Em ê weke gel jî di nava çalakiyan de bin da ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin. Em dewletên navneteweyî yên ku li hember tecrîdê bêdengiya xwe diparêzin bi tund şermezar dikin."