'Hêviya me ya di 2021'ê de Kurdistaneke rizgarkirî ye'

  • 09:05 1 Çile 2021
  • Rojane
Berçem Cûdî-Dilocan Bûzî
 
KOBANÊ - Jinên ji Kantona Kobanê bi munasebeta hatina sala nû nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hêviyên wan ên di sala 2021'ê de aramî û ewlehiya herêmê ye.
 
Sala 2020'î ji bo Gelê Kurd bi bûyerên cuda derbas bû. Bi taybet jinên Kurd têkoşîneke piralî li hember jana dagirkirin û dûrbûna ji axa xwe dan meşandin. Her wiha li dijî êrîşên li ser herêmê berxwedaniyên bêhempa nîşan dan. Bi vê boneyê û bi destpêkirina sala 2021'ê jinên ji Kantona Kobanê ji ajansa me re hêviyên xwe anîn ziman.
 
'Hêviya me bidawîbûna koçberiyê ye'
 
Jina bi navê Rîhan Bozan hêviyên xwe anî ziman û got: "Gelê me ji ber dagirkeriya dewleta tirk sermaya zivistanê û germa havînê di kampan de dijîn. Ji ber vê hêviya me ya di 2021'ê vegera şêniyên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ya li bajarê wan e. Zarokên me yên ku di encama şer de çûne derveyî welat ji me kêm in. Em doza wan dikin."
 
'Hêviya me ya di 2021'ê de Kurdistaneke rizgarkirî ye'
 
Her wiha Sultan Hemed hêviya asayîbûna herêmê kir û got: "Di 2020'an de me her tim nakokî jiyan, ji aliyekî ve êrîş û gefên dewleta tirk û di aliyê din de jî belavbûna Vîrûsa Koronayê. Hêviyên me yên di sala nû de ew in ku em bikaribin rojên bi armam û ewle bijîn. Her wiha em ji dagirkeriya dewleta tirk xilas bibin û Kurdistaneke rizgarkirî bibînin."
 
'Em dixwazin Rêber Apo rizgar bibin'
 
Jina ciwan a bi navê Rûken Hemî diyar kir ku sala 2020'î  ne li gor hêviyên wê bû û got: "Me amedekariyên pêşwaziya sala nû bi dawî kir. Ji bo 2020'î mirov dikare bêje ne li gor hêvî û dilê me bû. Hêviyên di sala nû de ew in ku em weke Gelê Kurd bigihêjin serxwebûna xwe û bikaribin nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin. Hêviya me ya herî mezin jî ew e ku em Rêber Apo rizgar bikin û di nava xwe de bibînin."