Berhemên xwezayî cihên xwe yên ser tezgahê girtin

  • 09:02 1 Çile 2021
  • Rojane
WAN - Berhemên xwezayî yên ku jinan di havînê de kedeke mezin ji bo wan dan bi tamên xwe yên xweş cihê xwe yên li ser tezgahê girtin. Gelek berhemên ji şênkahiyê jî çêdibin ên wekî penîrê ji gihayê, cureyên hingiv û gelek berhemên xwezayî li hêviya kirîna muşteriyan in. 
 
Di mehên havînê de jinên Wanî li zozan û çiyayên Wanê dest bi hevdana şênkahiyê dikin û ji van berhemên cuda çêdikin. Bi berhemên ku hişk dikin, cureyên selemûrayê kedeke mezin didin. Siyabo, Kereng, So, Spi Pıncar, Sirik, Kereng, Sebısk, Kari, Guh Bizin, Çorinê hişk dikin û wekî selemûrayê amade dikin û ev ji Sûka Dîrokî ya Penîrfiroşan dikare bê pêdekirin. 
 
Bikaranîna şênkahiyê ya di penîr de girîng e
 
Ji xeynî şênkahiyê li vê sûkê gelek cureyên penîr û hingiv hene. Ji serdema amadekirina penîrê ji gihayê tê famkirin ku çiqasî bi ekil e. Esnafan anîn ziman ku li gor xwesteka muşteriyan jî penîrê ji gihayê tê amadekirin. Esnfan diyar kirin ku penîrê Qelqeliyê bêtir tê tercîhkirin. Ji ber şîrê mîhên li vê herêmê hîn bi dohn e. Loma tama vî penîrî xweştir e. Her wiha penîrên ku ji aliyê jinan ve di bîdonan de cihên xwe digirin bi lorê jî tên dagirtin û kîloya wê bi 45 TL'yî tê firotin. Esnaf tîne ziman ku di heman demê de ev buha ye û loma kesên dikirin jî gelek carî ji kîloyekê kêmtir dikirin. 
 
Penîrê mîhê nordizê bi 60 TL'yî ye
 
Esnaf di heman demê de balê dikşînin ser penîrê mîhê nordizê yê tenê li zozanên Nordizê yê Payizavayê û tînin ziman ku şîrê wê jî pir bi ekil e. Ji ber cureyên şênkahiyê ji bo vî penîrî tê bikaranînin ev tameke xweştir dide penîr. Kiloyê penîrê Nordizê ji 45 TL'yî dest pê dike û heta 60 TL'yî jî diçe. 
 
Navdariya  cacixa Westanê ji keda jinê tê
 
Esnafan di heman demê de dan zanîn ku cacixa Westanê navdar e û gotin şênkahiya Qurantê lê tê zêdekirin. Her wiha li ser tezgahê rûnên nîvhişkî yên ji aliyê jinan ve hatine çêkirin jî cihên xwe digirin. Gihaya Keledoşê, Pûng û So ya ji bo şekir baş e tê dîtin. Rîçalê ji gwîzan, reçelê uçkunê jî li ser tezgahê cihên xwe digirin. Kuruta ku ji toraqê tê çêkirin ji bo di xwarên herêmî de bê bikaranîn tên kirîn. Her çiqas şerdên pandemiyê zorê li esnafan bike jî esnafan anîn ziman ku ew karê xwe bi hezkirin dikin.