'Sekna Leyla li dijî kiryarên nehiqûqî bersiva herî bi rûmet e'

  • 09:01 1 Çile 2021
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Rêvebera Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven weke destdirêjiya li ser nirxên jinê pênase kir û ev tişt got: "Cezayê ku li Leyla Guven hatiye birîn, ne biryareke hiqûqî ye. Dewleta tirk ji hêz û têkoşîna jina kurd bi tirs e. Sekna Leyla ji bo van kiryarên nehiqûqî bersiva herî bi rûmet e."  
 
Piştî ku cezayê 22 sal û 3 mehî li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn şûnde di 21’ê Kanûnê de hate girtin. Li gelek cihî bertek li dijî cezayê li Leyla Guven hat birîn hat nîşandan. Têkildarî mijarê Rêvebera Yekîtiya Rewşenbîran ya bajarê Helebê Leyla Xalid nirxandin kir.
 
'Li dijî azadiyê dewlet sîstema xwe ya qirkirinê pêş dixe'
 
Leylayê destnîşan kir ku siyaseta dewleta tirk a ku li ser Gelê Kurd dide meşandin li dijî demokrasiyê ye û ev tişt got: "Siyaseta ku dewleta tik li ser Gelê Kurd dide meşandin li ser esasê rijandina xwînê û qirkirinê ye. Her wiha ji bo mayindekirina berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê, êrîşî axa kurdan û vîna wan dike. Li Bakurê Kurdistanê jî zexteke mezin li ser kurdan tê kirin û mafê wan tê binpêkirin. Di girtîgehên tirkiyeyê de bi sedan mirovên siyasetmedar, welatparêz û rojnemevan hene. Dewleta tirk dixwaze civakeke kole bide avakirin û tu dengeyên azadiyê dernekevin pêşberî desthilatdariya wê. Ji bo wê li ku derê dengê azadiyê hebe, li wê de rê dewlet sîstema xwe ya hovana pêş dixe."
 
'Sekna Leyla li dijî kiryarên nehiqûqî bersiva herî bi rûmet e'
 
Leylayê di berdewamiya gotina xwe de bal kişand ser armanca girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha pê de çû: "Girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, em weke destdirêjiya li ser nirxê jinê pênase dikin. Leyla Guven jineke xwedî têkoşîn e û li dijî zilma li ser civakê her pêşeng e. Cezayê li Leyla Guven hatiye birîn, ne biryareke hiqûqî ye. Dewleta tirk ji hêz û têkoşîna jina kurd bi tirs e. Armanca dewleta tirk ew e ku civakê ji pêşengên wê qut bike û jinan ji doza têkoşînê vegerîne. Sekna Leyla ji bo van kiryarên nehiqûqî bersîva herî bi rûmet e. Di dawiyê de em dibêjin bila hemû rêxistinên jinan li hember girtina Leyla Guven bê deng nemînin. Leyla Guven rûmeta me tevahî jinan e. "