Şêniyên Amedê dixwazin bi sala nû re deriyê Îmraliyê vebe

  • 16:48 31 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Me ji şêniyên Amedê pirsa, ” di sala nû de ji bo ku hûn şad bibin sê daxwazên we çî ne?” pirsî. Bersiva şêniyan piranî li ser van hersê daxwazan bû: “ Dawî lê anîna qetilkirina jinan, çareseerkiirna pirskirêkên Îmralîyê û daxwaza aşitiyê bû.” 
 
Her sala nû ji bo sala nû nirxandin tê kirin. Tevî vê ji bo sala nû jî hêvî û daxwaz tên ragihandin. Me ji şêniyên Amedê pirsa,” di sala nû de ji bo ku hûn şad bibin sê daxwazên we çî ne?” pirsî. Bersiva Amediyan piranî li ser van hersê daxwazan bû: “ Dawî lê hatina qetilkirina jinê, çareserkiirna pirskirêkan Îmralîyê û tevî aştiyê çareserkirina bêkariyê bû.” 
 
‘Bila bi sala nû re deriyê Îmralîyê bê vekirin’
 
Xezal Yildirim ji bo sala nû ev daxwaz kir,” Bila tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û bila aşitî û tifaqa di  nav kurdan de zêdetir bibe. Xezalê dibêje ku ev çend salin kurdan wek gel ji xêynî zilm û zordestiyê tiştek din nedîtine û wê bi sala nû re jî guhurînrk çê nebe. Her wiha ragihand ku kurê wê yê 12 sal e di girtîgehê de ye li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên girtîyan ketîye gireva birçîbûnê û ez ji tendirustiya kurê xwe bi gûman im. Ez dixwazim ku kurd tifaqa xwe bikin yek û daxwaz dikim ku tecrîda li ser  Rêber Apo bê rakirin û aşitî pêk bê.”
 
‘Bila bibe saleke ku jin tê de nahên kuştin’
 
Fîlîzê jî ji bo sala nûh wiha got:  “ Dê sala 2020’î bibe firagmana sala 2021’ê, loma ji pêşerojê bê hêvî me. Ez daxwaz dikim ku ev sal bibe saleke aram, jin bikaribin tenê di kûçeyan de bimeşin û nêhên kuştin. Ez hêvî dikim ku ev xwîna tê rijandin bê sekinandin û cihê xwe ji aşitî û aramiyê re bihile.””
 
Hûlya Yildirim daxwazên xwe yên ji bo sala nûh wiha anîn ziman: “ Hêvîya min ji sala nû ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalin bê rakirin û binpêkirina mafan a li girtîgehan bi dawî bibe. Sala 2020’î jî wek salên din baş derbas nebû. Lewwra li ser vê axê tecrîd û bênpêkirina mafên mirovan he ye. Di girtîgehan de girevên birçîbûnê hene. Li Tirkîyê dawî li pirsgirêkan nahê. Em hêvî dikin ku bi sala nû re hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”
 
‘Bila êdî dawî li şer bê anîn’
 
Daxwaza zarokekî ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûrî koçî Amedê kirîye jî ji bo  2021’ê ew ku dawî ji şer bê anîn.