Li Mexmûrê pîrozbahiya serê salê

  • 15:41 31 Kanûn 2020
  • Rojane
 
MEXMÛR - Bi nêzîkbûna sala nû ya 2021'ê re Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) ji bo çanda kurdewar a kevin bi bîr bixe û zarokan kêfxweş bike dest bi çalakiyan kirin.
 
Bi munasibeta sala nû ya 2021'ê Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dest bi çalakiyan kir. Endama Navenda Çand û Hunerê Jiyan Yiyîd ji ajansa me re axivî û got: “Di serî de em sersala nû li Rêber Apo, girtiyên azadiyê û hemu gelê kurd pîroz dikin. Îro me buka salê amade kiriye ev jî çandekê ya me ye ku em her sal vê pêk tînin. Şêniyên wargehê jî ji vê yekê pir moral digirin. Bi vê awayî em çanda xwe ya kevnar diparêzin.”
 
Endamên Navenda Çandê bi cil û bergên xwe yên kurdî û amurên mûzikê di nava wargehê de geriyan û her kesî diyarî dan wan. Dema ku mal bi mal digeriyan û bi daholê diketin nava malan wiha diaxivîn "Serê salê binê salê xwedê aramiyê bide vê malê".