DAKP: Em ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin

  • 14:44 31 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - DAKP'ê ji bo balkişandina kuştina li ser jinan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin bipirsin.
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed(DAKP) ji bo balkişandina kuştina ser jinan, li Parka Hazal a navçeya Yenişehîrê daxuyanî da. Parlementerên Partiya Demokatîk a Gelan(HDP) ên Amedê Remziye Tosun û Semra Guzel û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Jinan parkarta “ Qetlîama Jinan encama polîtîkayên desthîlatdariya mêr e” vekirin. Jinan gelek caran dirûşmên, “ Jin jiyan azadî”, “Ne edaleta mêr, edaleta rastî dixwazin”, “kuştina jinan polîtîk e”, “ jin natirsin hesap dipirsin” berz kirin.  Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn ve hat xwendin.
 
‘Bersûcên jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin’
 
Emîne diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthîlatdariya AKP-MHP’ê jin ji civakê tên dûrxistin û bi awayekî sistematik tên qetilkirin. Amîne, got: “Kuştina jinan girêdayî polîtîkayên desthîlatdariya li dijî jinê ye. Tê xwestin ku li ser beden û hebûna jinan mekanîzmayên zext û desteserkirinê ava bikin. Di vî welatî de ken, cil û tevgerên jinan wek sûc tên hesibandin û ji ber wan sedeman tên qetilkirin. Kujerên jinan û bersûcên îstîsmara zarokan bi hinceta cil û kincên xwe daxistan halê baş distînin û bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin.”
 
‘Jin rastî binçavkirin û girtinan hatin’
 
Emîne anî ziman ku ew ê tu carî ji wan polîtîkayan re serî netewînin û wiha berdewam kirin: “Di pêvajoya pandemiyê de jinên ku bi xizanî û kedxwariyê re rûbirû man di heman demê de rastî tundiya ji aliyê mêr ve hatin. Di vê pêvajoyê de ji ber sedema hişmendiya serdest a mêr di her qadên jiyanê de jin rastî cûrbecûr tundiyê hatin. Lê em dizanin ku heya ku ev hişmendiya mêr neguhere ew ê tu carî jin ji wan fikaran jî rizgar nabin.  Her wiha jinên ku li dijî wan derdikevin jî bi destê alavên dewletê tên bêdengkirin û rastî binçavkirin û girtinan tên.”
 
‘Em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin bipirsin’
 
Emîna wiha dawî li axaftina xwe anî : “Em wek jinên ku li dijî vê zîhnîyeta faşist û  takakesî derdikevin, heta ku ew zîhnîyet bi dawî bibe em ê têkoşînê bidin. Lewra ji bo honandina pergala azadiya jinan di her qadên jiyanê de em ê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin  bipirsin.”
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.