'Pêwîst e hukumeta Başûr li gor berjewendiya gel tev bigere'

  • 09:08 31 Kanûn 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Endama PYD'ê ya Kantona Kobanê Leyla Ehmed, derbarê xwepêşandan û geşedanên li Başurê Kurdistanê de nirxandin kir û ev tişt got:"Li Başûrê Kurdistanê rewşeke xerab tê jiyîn. Pêwîst e hukumeta Başûrê Kurdistanê li gor berjewendiya gel tev bigere û xwe bi rê ve bibe." 
 
Li dijî binpêkirina mafan û qeyrana aborî gelê Başûr dest bi xwepêşandanê kir. Têkildarî xwepêşandan û geşedanên li Başurê Kurdistanê endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Kobanê Leyla Ehmed, nirxandin kir. 
 
'Êşa Başûrê Kurdistanê êşa me ye'
 
Leylayê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê mafê gel ê rewa tê binpêkirin û wiha pêde çû: "Di 8'ê Kanûnê de gelê Başûrê Kurdistanê rabûn ser piyan û li dijî rêveberiyê serhildan çêkiribûn. Serhildan bi rojan dewam kir. Hinekan jiyana xwe ji dest dan hinek birîndar bûn. Lê piştî ku Mesrûr Berezanî helwestên xwe li beramberî gelê herêmê da nîşandan û got: ‘Hûn dixwazin bijî an jî bên kuştin’, ji wê demê û şûnde êdî gel bi awayekî lawaz radibûn serhildanê. Ji wê demê û heya roja îro jî gel bêdeng e. Eger cihek edalet lê nebe, pêwîst e gel daxwaza mafê xwe bike. Dema ku mafê mirovan bê xwarin wê demê tundî û xerabûn jî pêş dikeve. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê mafê gel binpê dike û qebûl  nake ku gel daxwaza mefê xwe bike. Dixwazin her tim gelê wan bin koletiya dewletan de bijîn, ji ber ew bi xwe biryarên xwe ji wan digirin. Êşa Başûrê Kurdistanê êşa me ye."
 
'Pêwîst e hukumeta Başûr li gor berjewendiya gel tev bigere'
 
Leylayê di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema kesek behsa edaletê dike tê binçavkirin an jî kuştin û wiha pê de çû: "Hikûmeta herêmê tenê dixwaze desthilatdariya xwe ya dîktator li ser gel bide meşandin û gelê herêmê weke koleyên xwe bi kar bîne. Li Başûrê Kurdistanê ev rewş tê jiyîn û nêrîna gel tune ye. Lê êdî gel ketiye wê ferqê de ku mafê wan tên binpêkirin. Kesên ku dibêjin em mafên hemû pêkhateyan diparêzin û hemû olan qebûl dikin, çima di sala 2014'an de gelê Şengalê neparastin û xwedî li wan derneketin? Bûyera Şengalê vê dide diyarkirin ku hêzên serwer dixwazin çanda wan tune bikin. Em hemû dizanin pilan li ser Şengalê tê çêkirin û naxwazin Şengal xwe bi rê ve bibe. Gelê Şengalê bê navber li dijî hevpeymana Bexda û Hewlêrê di nava çalakiyan de ne. Li Başûrê Kurdistanê rewşeke xerab tê jiyîn. Pêwîst e hukumeta Başûrê Kurdistanê li gor berjewendiya gel tev bigere û xwe bi rê ve bibe."
 
'Divê gel li hemberî zilmê têbikoşin'
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku kurd li kîjan derê hebe divê li dijî zilm û zordariyê têbikoşe û wiha bi dawî kir: "Divê hemû gelên bindest xwedî li mafê xwe derkevin û têbikoşin. Kesên ku rastî tundiyê an jî zilmê tên divê bê deng nemînin. Bila gelê Başûrê Kurdistanê zilma li ser xwe qebûl neke û nebe koleyê tu dewlet û hikumetan."