'Jinên êzidî bi rêxistinbûna xwe ji civakê re dibin alîkar'

  • 09:07 31 Kanûn 2020
  • Rojane
Evîn Zenda/Viyan Seîd
 
ŞENGAL - Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Riham Hesen diyar kir ku hewl dan ku îsal xwe bighînin hemû jinên êzidî û got: "Em dixwazin bi xebat û rêxistinbûna xwe bighînin hemû jinên êzidî û birînên ku vebûne bi hev re bipêçin. " 
 
Bi dawîbûna salê re nirxandina salê tê kirin û plansaziya sala nû tê kirin. Ji bo jinên êzidî jî ev sala 2020'an jî bû sala berxwedanê. Jinan di sala 2020'an de bêtir giranî dan ser rêxistinbûnê. Li her qadê jinan hewldan ku temsîliyeta xwe pêş bixin. Tevna Alîkariya Jinên Êzidî di sala 2020'an de gelek xebatên girîng ên civakî meşandin. Xwestin xwe bighînin jinên ku ji fermanê rizgar bûne.Derbarê mijarê de endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Riham Hesen ji ajansa me re axivî. 
 
Riham di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sala 2020'an û wiha got: "Ji bo me salek têr û tijê bû. Gelek bûyerên girîng derketin pêş. Hem di hêla siyasî û civakî de. Ligel her tiştî jinên Şengalî hewl dan ku kar û barê xwe bidomînin. Ji ber ku jin ji fermanê rizgar bibûn û dixwastin ji bo pêşerojê çi hewce be bikin. Xwestin pêşî li ber fermanên din bigirin."
 
'Ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hêz bûn..'
 
Riham wiha bal kişan ser xebatên xwe: "Armanca xebatên Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ew e ku xwe bighînin tevahî jinên êzidî yên ku ji fermanê rizgar bûne. Em dixwazin bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin û hêzek hevpar derxin holê. Em dibêjin jin bi rêxistinbûnê dikarin li dijî fermanê derkevin û birînên xwe bipêçin. 
 
Riham, diyar kir ku îsal 100 jinên êzidî ji destê DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îsal nêzî 100 jinên êzidî yên di destê DAÎŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin. Ev tişt ji bo me gelek binirxe. Em hewl didin ku bi her awayî piştgirî û alîkariyê bidin jinên ku hatine rizgarkirin. Me ji bo vê jî perwerde da dest pê kir. Ji bo jin cewherê xwe nasbikin û dîroka xwe bizanin me bi saziyên din ên Şengalê re karek hevpar da destpêkirin. Her wiha ne tenê ji bo jinan ji bo zarokan jî xebatên mê yên perwerdê hene. Ji bo zarok çand û dîroka xwe nas bikin perwerdê wisa girîng e."
 
'Em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin'
 
Riham, da zanîn ku îsal ji hêla jinan ve xebatên dîplomasiyê jî hatin birêvebirin û wiha axivî: "Îsal betîr em li ser dîplomasiyê jî rawestiyan. Em bi malbatan re ketin têkiliyan û em ji wan malbatan re bûn alîkar. Me gund bi gund civîn li dar xist. Me xwest em xwe bigihînin hemû jinan. Ji ber ku jinên êzidî gelek êş kêşandiye pêçandina wan birînan jî zehmet e. Lê îdiayek me heye ku em di nava jinên êzidî de hêzek mezin avabikin. Jinên êzidî bi keda xwe li Şengalê rengê xwe yê herî bedew nîşan dide û bi rêxistinbûna xwe tola xwe ji desthilatdaran digirin."
 
Rihan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em derbasî sala nû dibîn. Jinên êzidî sal bi sal bêtir xurt dibin û dixwazin xwe bi rêxistin bikin. Jin dikarin bi hêz û rêxistinbûna xwe pirsgirêkên civakî çareser bikin."